KONGRA GEL ji ber wefata dostê Kurd Balabanov sersaxî ji gelê Bûlgar re xwest

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, ji ber wefata dostê Kurd akademîsyen û nivîskarê navdar Delcho Balabanov, sersaxî ji gelê Bûlgar re xwest.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, ji ber wefata nivîskarê navdar ê Bûlgar Delcho Balabanov peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Dostê Tevgera Azadiya gelê Kurd, akadamîsyen û nivîskarê nav û deng Birêz Delcho BALABANOV roja 23.12.2016 çû li ser dilovaniya xwe. Gelê Kurd dostekî xwe yê pir mezin winda kir. Em pir xemgîn in. Di serî de ji bo malbata wî, dostên wî û ji gelê Bûlgar re sersaxiyê dixwazin."

Di peyama KONGRA GEL de hat ragihandin, Balabanov di jiyana xwe ya akademîk de li ser pirsgirêka Kurd û bi taybetî jî li ser PKKê û Rêber Abdullah Ocalan gelek lêkolîn çêkir, bi dehan pirtûk nivîsî û hat destnîşankirin, ku weke pisporekî pirsgirêka Kurd, di qada akademîk û qada siyasî li hemû cîhanê hate naskirin û qebûlkirin.

Peyama Hevserokê KONGRA GEL wiha dewam kir:

"Birêz BALABANOV nêzî 27 salan wek dostekî gelê Kurd têkoşîna azadiya gelê Kurd dişopîne. Di der barê pirsgirêka Kurd de li ku derê konferans, komcivîn, meş û çalakî hebûya Birêz BALABANOV wek dostekî li wê derê amade dibû.

Birêz BALABANOV ji ber ku zimanê Tirkî baş dizanibû, çend caran yekser bi telefonê bi Rêberê Gelê Kurd Birêz OCALAN re qise kir. Birêz OCALAN qiymeteke pir mezin dida Birêz BALABANOV.

Birêz BALABANOV ji bo gelê Kurd û Tevgera me, dostekî cîhê wî nayê tijîkirin e. Em wî ji bîr nakin. Em ê wî her tim di tekoşîna xwe û di jiyana gelê Kurd de bidin jiyîn.

Li ser vê esasê em careke din ji bo malbat, dost û heskiriyê wî sersaxiyê dixwazin, êşa wan parvedikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."