Derbarê nasnameyên vexwendî an jî komên etnîk-dînî di agahî nehate dayin, bi sedema ku Kurd û komên bi desteka welatên kendavê tevlê nebûne, nehate fêhmkirin bê ka çawa ev qas kes hatine vexwendin. Hijmara vexwendiyên ji der ve ku bi rengê çavdêran wê tevlê bibûna beriya konferansê 300 kes bûn, tê fêhmkirin hijmara beşdaran di kêlîka dawî de bi lez û bez hatine zêdekirin.
BI DERENGÎ Û BI PEVÇÛNÊ DEST PÊ KIR
Rûniştina îro ya Kongreya Diyaloga Netewî ya Sûriyê ku 2,5’an bi derengî dest pê kir, axaftina destpêkê ji hêla Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ve hate kirin. Lavrov diyar kir ku konfernas girîng e ku di aştiya Sûriyê de gaveke girîng e. Hate gotin dema ku Lavrov diaixvî hin beşdar rabûne ser piyan û axaftina Lavrov birî ne.
Ji ber sedema ku bûyer di weşana zindî de pêk hat, zêrevanên Lavroz bi destê xwe îşaret da delegeyan da ku li cihê xwe rûnin.
PÊŞNIYARÊN DE MÎSTURA WÊ DERBASÎ ENCAMNAMEYÊ BIBIN
DYA û Fransa jî di nav de gelek çavdêrên navnetewî tevlî konferansa Soçiyê nebûn, li ser navê Neteweyên Yebkûyî (NY) Nûnerê Taybet ê Sûriyê Staffan de Mîstûra hazir bû.
Piştî rûniştina nîvro ya kongreyê têp ayin ku hin metin werin dengdan. Di nav van de reforma destûrê û avakirina hin komîteyan jî heye.
Her wiha tê payin ku encamname jî ji hêla delegeyan ve were dengdan. Tê gotin di danezanê de wê xalên pêşniyar ên Staffan de Mîstûra hebin.
Beriya konferansa Soçiyê piştî ku hate gotin DYA li ser Rûsya wê biryarên pêkirinê bide di navbeyna du welatan de rageşiyekê rû da. Di nav wan kesan de ku biryara pêkirinê wê li ser wan were dayin berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov jî heye.