BI DÎMEN

Konferansa li Moskowayê dewam dike: Em bi rola xwe rabin!

Konferansa Kurd a li Moskowayê, bi nirxandina komplo, tecrîd, berxwedan, êrîşên qirkirinê û berxwedana jinan dewam kir.

Beşa duyemîna konferansê bi axaftina Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Osman Baydemîr dest pê kir.

BAYDEMÎR: AKP'Ê DARBE KIR

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin, ku hêzên navneteweyî dixwazin, mîna Sykes-Pîcotê Kurdan parçe bikin û got, "Niha li kêleka min parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê hatine hene. Em bi zorê ji hev fêhm dikin. Ev yek ne şerma me ye. Bila yên ku em di nava dewletan de parçe kirine, ji xwe şerm bikin."

Baydemîr bibîr xist, ku partiya wan HDP a bi dengekî girîng cihê xwe di parlamentê de girt, niha Hevserok û gelek parlamenterên wê girtî ne û got, "Ez bi awayekî vekirî ji we re bêjim: Yek ji sedemên bingehîn ên girtina Birêz Selahattîn Demîrtaş, serdana wî ya li Rûsyayê bû. Diviyabû Rûsya li hemberî vê yekê bêdeng nemabûya. Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê bajar hilweşand, mirovên sivîl kuşt."

Baydemîr bal kişand ser desteserkirina şaredariyên wan û got, "Gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin, kedkarên çapemeniyê hatin girtin. Akademî hatin girtin û akademîsyen ji wezîfeyê hatin kirin."

Baydemîr da xuyakirin, ku divê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li pêşberî zextên Tirkiyeyê yên li Kurdan dike, bêdeng nemîne û got, "Pirsgirêka Kurd dikare bi rêyên demokratîk çareser bibe. Îro Kurd li Rojava federasyonê dixwazin. Em tevlî vê daxwazê dibin. Eger federasyon nebaş bûya, çima îro li Elmanya, Amerîka û Rûsyayê heye."

ÎSMAÎL: YEKÎTIYA KURDAN XURT DIBE

Parlamenterê YNK'ê Îzzet Sabir Îsmaîl ê ji Başûrê Kurdistanê tevlî konferansê bû diyar kir, Kurd îro li Bakurê Kurdistanê berdêlên giran didin û got, "Li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê jî êşên giran hatin kişandin. Ji bo balê bikişînin ser van bûyeran, li Silêmanî û Kerkûkê civînên girîng hatin lidarxistin. Ji bo azadiya Kobanê, pêmerge ji Başûrê Kurdistanê çûn Rojava û gerîlayên PKK'ê li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê, li dijî êrîşên DAIŞ'ê tevî pêşmergeyan şer dikin. Ev yek gaveke girîng e ji bo yekîtiya Kurdan. Em niha li Rûsyayê li hev civiyan e, bila Rûsya di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke çalak rabe. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Êdî bi hişmendiyeke neteweyî tevdigerin. Lewma partiyên siyasî yên Kurd bi hêsanî li hev bicivin û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Ev yek yekîtiya Kurdan xurt dike."

KERKÛKÎ: DIVIYABÛ PARLAMENTA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HÊ BÊHTIR BIXEBITIYA

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî anî ziman, ku ev konfearns di pêvajoyeke gelekî girîng de tê lidarxistin û got, "Îro li Rojhilata Navîn, Kurd pêşengiyê ji demokrasiyê re dikin. Jinên Kurd li ber her şêwe êrîşên mêr radibin û xwedî li vîna xwe derdikevin. Bi êrîşên DAIŞ'ê re, ji Xaneqînê heta Efrînê gelê Kurd li dora heman armancî li hev civiya û pêşî li van êrîşan girt. Pêwîste Kurd bi lez û bez yekîtiya xwe ya siyasî ava bike û di vê dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de, bi rola xwe rabe. Parlamenta Başûrê Kurdistanê vê gavê teviziye, naxebite. Di pêvajoyeke bi vî rengî de diviyabû parlament hîn bêhtir bixebitiya.

MUSLIM: DIVÊ DAXWAZA KURDAN BI ERÊNÎ BÊ DÎTIN

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî da xuyakirin, ku li Kobanê Kurdan tecrûbeyeke mezin dîtine û got, "Kobanê bû bajarê ku Kurd lê bûn yek. Lewma têkoşîna li Kobanê îro her li ser zimanan e. Hêzên navneteweyî, ji bo guhertina rejîma li Sûriyeyê destek dan rêxistinên terorê yên cuda. Herî dawî destek dan terora DAIŞ'ê û ne tenê rejîm di heman demê de êrîşî cihê Kurdan kirin. Kobanê jî yek ji van cihan e. Piştî ku Kurdan li Kobanê DAIŞ têk birin, vê carê komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Tirkiyeyê qîma xwe bi vê jî nanî û bi xwe êrîş kir."

Muslim da zanîn, Rûsya li herêmê hêzeke girîng e û diyar kir, pêşnûmeya destûra bingehîn a ji aliyê Rûsyayê ve hat amadekirin ji bo wan girîng e, lê têrê nake. Muslim got, "Kurdan îro projeya xwe pêşkêş kirine û dixwazin Sûriye bi federasyonê were birêvbirin. Lewma wê baş be ku Rûsya bi erênî nêzî vê daxwaza Kurdan bibe."

QADIR: ŞERÊ MAN Û NEMANÊ YE, DIVÊ KURD HEMÛ JI BO SIBEROJA KURDISTANÊ BIXEBITE

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hama Amîn Qadir ragihand, ku weke Tevgera Goran ew destketiyên Kurdan hêja dibînin û bi hesasî hewl didin helwesteke neteweyî nîşan bidin. Qadir bibîr xist, ku Kurd heta niha ji bo berjewendiyên dewletên herêmê bûne qurban, lê belê Kurd wê êdî berjewendiyên xwe biparêzin û cihê xwe di nava ji nû ve dîzaynkirinê de bigirin. Qadir destnîşan kir, ciwanên Kurd bi têkoşîna xwe bala tevahiya cîhanê kişandin ser xwe û got, "Ev şer êdî şerê man û nemanê ye. Lewma divê Kurd têkoşîna xwe ya aştiyane bilind bikin û ji bo siberoja Kurdistanê bixebitin. Ez dixwazim bêjim, em alîgirê federasyona li Sûriyeyê ne. Kurd jî dikarin di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de mafên xwe ewle bikin."

DÎLEK OCALAN: BÊYÎ KU DERENG BIMÎNIN, EM JI YA DESTÊ ME TÊ BIKIN

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî diyar kir, ku li Bakurê Kurdistanê bi hewldanên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyekê dest pê kir û got, "Hin hêz, ji bo biserketina vê pêvajoyê çi ji destê wan hat kirin. Lê belê AKP tehde neda xwe û pêvajo qedand. Nêzî 5 sal in Ocalan nikare malbatê û parêzeran bibîne. Di dîroka mirovahiyê de tecrîdeke bi vî rengî nîne. Dewleta Tirk wê nikaribe hesabê vê tecrîda li derveyî mirovahiyê bide. Hikûmeta AKP'ê ji bo vîna Kurdan bişikîne, cih û warê sivîlan hilşand, parlamenter binçav kir, girt û dest danî ser şaredariyên gel. Bi sedan saziyên çapemeniyê girt. Li dijî akademîsyen û rewşenbîran dest bi kampanya lînçê kir. Di nava 18 salan de gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd, Tevgera Jinê, bi têkoşîna xwe pêşî li komployê girtin. Krîza heyî ya li Rojhilata Navîn ancax bi konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin dikare bê çareserkirin. Pêvajoya heyî gelekî girîng e. Çi ji destê me kê tê, divê em niha bikin. Sibe dibe ku dereng be."

ÇÎÇEK: BI PÊŞENGIYA JINÊN KURD ŞOREŞA NEOLÎTÎK A DUYEMÎN PÊK TÊ

Seroka Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek jî di konferansê de pêvajoya şoreşa jinê nirxand.

Çîçek da xuyakirin, ku tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a beriya 20 salan kir, îro îspat bûye û got, "Sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jinê. Li axa Mezopotamyayê Şoreşa Neolîtîk a Duyemîn pêk tê. Yên ku bi mîsyona pêşengiya dîrokî ya vê şoreşê radibin jî jinên Kurd in."