Konferansa 'Ji Nû ve Avabûna Rojhilata Navîn' destpê kir
Konferansa 'Ji Nû ve Avabûna Rojhilata Navîn' destpê kir
Konferansa 'Ji Nû ve Avabûna Rojhilata Navîn' destpê kir
Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Fehîm Işik di konferansa “Ji nû ve avabûna Rojhilata Navîn” de axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava. Işik got: “Tirkiye wê hemû polîtîkayên xwe li ser ketina Kobanê pêk bîne.”
Partiya Pêşeroja Çep û Keskan (YSGP) ji bo nîqaşkirina qewimînên bi taybet li Rojava û Rojhilata Navîn bi navê “Di pêvajoya ku Rojhiyata Navîn ji nû ve tê avakirin” konferansek li dar xist. Konferans li Otela Inperrayê hate lidarxistin û Hîndekarê Zanîngeha Sakaryayê Doç. Dr. Alî Balci, Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Alîkar Doç. Dr. Behlul Ozkan, Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçîyê Alîkar Doç. Dr. Bulent Kuçuk, hîndekarê Zanîngeha Bogazîçîyê Alîkar Doç. Dr. Nazan Ustundag, Nivêskarê Rojnameya Evrenselê Fehîm Işik, Hîndekarê Zanîngeha ODTU’yê Prof. Dr. Îhsan Dagi, Hîndekarê Zanîngeha şehrê Mesut Yegen û Koordînatorê Nûçeyan a NTV’ê Mete Çubukçu beşdarî konferansê bûn.
Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Hevberdevkê YSGP’ê Nacî Sonmez ve hate kirin û Sozmez got ku ew hemû ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn û ji bo Tirkiyeyê jî bi fikar in. Piştî axaftina vekirinê rûniştina yekem bi moderatoriya Hîndekara Zanîngeha Nîşantaşiyê Nîl Mutluer ve destpê kir. Ewil ji Zanîngeha Marmarayê Alîkar Doç. Dr. Behlul Ozkan axivî.
‘DAVUTOGLU REWŞENBÎRÊ ORGANÎK Ê ÎSLAMA SIYASÎ YE’
Ozkan da zanîn ku ev 10 sal in der barê polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve de gelek nivîsên pensê didin tên nivîsandin bi van pesindayînan Tirkiye li Rojhilata Navîn hat sînorê şer. Ozkan bal kişand li ser stratejiya Ahmet Davutoglu ya Rojhilata Navîn û der barê Davutoglu de nirxandina “Rewşenbîrê organîk a îslama siyasî” kir.
Ozkan da zanîn ku Davutoglu bilî fikra “nêrîna neteweyî” ya ji 1970’an tê nêrîneke cuda nîşan nedaye. Ozkan destnîşan kir ku Davutoglu îdia dike ew ê serokatiyê ji cihana îslamî re bikin û wiha berdewam kir: “Davutoglu dibêje ku ‘sînorên mîsaki mîlî rastiya îro venebaje heke em bi netewe dewletê ve xwe bi sînor bikin em ê hilweşin’ ji ber vê yekê jî dixwaze li qada ku ji Kafkas, Balkan û Rojhilata Navîn pêk tê bixe bin hakîmiyeta xwe.”
‘DEMA KU ESAD HATE SER DESTHILATDARIYÊ NÊZÎ 400 HEZAR KURD BÊNASNAME HIŞT’
Piştî Ozkan Nivîstarê Rojnameya Evrenselê Fehîm Işik axivî û diyar kir ku tu caran Kurd li Sûriyeyê wekî geleke xwecihî nehatine dîtin û di 1960’an de bi polîtîkaya “kembera Ereb” li cihên ku Kurd lê dijîn Ereb hatine bicihkirin. Işik wiha berdewam kir: “Dema ku Esed hat li ser desthilatdariyê nêzî 400 hezar Kurd bênasname hişt. Mal û milkên Kurdan hebûn lê ji wan hate girtin û dane Ereban. Ji ber ku Kurd penaber bûn. Ji ber vê yekê jî Kurdan axa xwe kirê kirin û emeletî kirin.”
‘TIRKIYE FIRSENDA XWE YA DAWÎ LI SER DAIŞ’Ê DILÎZE’
Işik da zanîn ku li Rojava piştî 2012’an PYD li cihên ku Kurd lê dijîn ji şer dûr xist û rêya sêyemîn hilbijart, piştî vê jî çeteyên El-Qaîdeyê êrîşî Kurdan kir “û wiha axaftina xwe domand: “Tirkiyeyê piştgirî da çûyina El Qaîdeyê ye li wir. Piştre jî DAIŞ’ê herêmên ku Ereb û Kurd lê dijîn dest bi dagirkirinê kir. Ji ber ku Tirkiyeyê ev rêya ku Kurdan hilbijart qebûl nekir. Bi taybetî li Sûriyeyê pêşî li yekîtiyên ku dikaribûn bihatana ba hev jî rastî mudaxaleya wan hat. Niha jî Tirkiye firsenda xwe ya dawî li ser DAIŞ’ê li Kobanê dilîze. Tirkiye hemû polîtîkayên xwe dê li ser ketina Kobanê pêk bîne. Ji ber vê yekê jî ji bo ketina Kobanê tiştên ku ji destê Tirkiyeyê tê dike. Li gel ewqas windahî hatiye dayîn jî êrîşên xwe didomîne. Rewşa bi rîsk bi pevçûnan didome.”
USTUNDAG, BEHSA TECRUBEYÊN ROJAVA KIR
Piştî Işik Hîndekara Zanîngeha Bogazîçîyê Alîkar Doç. Dr. Nazan Ustundag axivî û got ku ew ji bo ku armanca Kurdan çi ye lêkolîn bike çûye Rojava û nêrînên xwe parve kir. Ustundag destnîşan kir ku di pêvajoya avakirina şoreşê de çûne Kantona Cizîrê, dîtine ku li kantonê şêniyên cuda û jibilî PYD’ê jî partî hene, gel bi hêza xwe ya cewherî xwe rê ve dibin. Ustundag wiha berdewam kir: “Li Cizîrê dewlet heye lê hefemonyaya dewletê nîne. Li vir stratejiya kêmkirina fonksiyona dewletê hatiye tercîhkirin. Tişta ku dibêjin rêya sêyemîn pêşxistina amûrên xwe û bi gelê din re bikaranîn e. Mînak di warê asayîş û edaletê de tenê jin peywirdar in.”