Konferansa Jinê ya Rêveveberiya Xwecih a Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) li Hêwana Vedat Aydin a avahiya HDP’ê ya bajêr didome.
KEMALBAY: EM Ê JI YA XWE NEYÊN XWARÊ; EV DAGIRKERÎ YE
Di konferansê de Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û got, ‘’Tirkiye êrîşê dibe ser Efrînê ku di şerê Rojava de bi sed hezaran mirovan xwe lê girtiye. Desthilatdariya AKP-Erdogan li dijî destilatdariyê şer dike.’’
Kemalbay got li Efrînê gelek bawerî û nasnameyên etnîk bi hev re dijîn û got, ‘’Ev şerekî li dijî gelan e. Bi balafirên şer ên biser xaka ku milyonek mirov lê dijî hûn li kîjan terorîstan dixin. Li Soiyê diviya gelê Efrînê li serê masê bûya. Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser hemû gelan e. Desthilatdarî şerhez e û li dijî gelan şer dike. Dema ku hûn cografyayeke ku gel bi hev re lê dijî bombe bikin ev hewldana dagirkeriyê ye. Em ê tim vê bibêjin.’’
‘BIBIN YEK’
Kemalbay bang kir ku kesek nebe hevkarê vî sûcî û got, ‘’Divê hemû gel û hêzên enternasyonal li dijî êrîşên li ser Efrînê bibin yek.’’
‘JIN LI DIJIÎ ZEXTAN WÊ TÊBOKOŞIN’
Kemalbay got ên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîne ew hêz in ku plansaziya şer kirine û got HDP wê têkoşîna hevpar a gelan bi rê ve bibe, ji bo jiyaneke ku jiyn û gel bi hev re bijîn, li gel hemû zextan wê têbikoşin.
PEYAMA KIŞANAK Û ALTÛN HATE XWENDIN
Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Hevşaredara Şaredariya Dersimê Nurhayat Altûn jî peyam ji konferansê re şandin.
Hevserokan li ser êrîşên dagirker ên li ser Efrînê gotin, ‘’Em êrîşa li ser Efrînê weke êrîşeke bi ser gavên azad ên jinan de dibînin û bi tundî şermezar dikin. Ji bo protestokirina vê êrîşê bi girêva birçîbûnê ya 3 rojan em dibêjin em li cem têkoşîna we ne û li cem gelê Efrînê ne. ‘’
KOÇYÎGÎT: BERXWEDANA ME REWA YE Û TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN
Hevberdevka HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jîg ot, ‘’Efrîn namzet e ku bibe Stalîngrada sedsala 21’ê. Çawa ku desthilatdarî di bin Stalîngradê de mabe îro jî desthilatdariya AKP’ê wê di bin Efrînê de bimîne.’’