Konferansa Aştî û Demokrasiyê li Bruksele kom dibe
Konferansa Aştî û Demokrasiyê li Bruksele kom dibe
Konferansa Aştî û Demokrasiyê li Bruksele kom dibe
Konferansa Aştî û Demokrasiya Gelan a il paytextê Bruksel Belçîkayê, bi axaftina vekirinê û peyaman destpê kir.
Li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî konferansên li Enqere û Amedê pêkhatin, konferansa sêyemîn li Brukselê ku weke paytextê Ewropa tê binavkirin destpê kir.
Di nava vexwendiyan de Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD), Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya li Almanya (TUDAY), Komeleya Çerkezan, Ermeniyên Dêrsimê, Komeleyên Elewiyan, Komeleya Parastina Çand û Zimanê Lazan, rêxistinên jinan, Serokê Kongreya gel Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar jî hene. Konferansê bi axaftina vekirinê û daxuyaniyan destpê kir.
Nûnerên gelên Kurd, Tirk, Ermenî, Pontus-Rûm, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Ereb, Roman û organîzasyonên Elewî, Êzidî, Xiristiyan û Îslamî tevlî konferansê bûn. Weke din jî di nava mêhvanan de li rêzên pêş Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Parlementerê BDP’ê Nazmî Gur jî hene.
KONFERANSEKÎ DÎROKIYE
Beriya dîwan were hilbijartin li ser navê komîteya amadekar Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç axivî û diyarkir ku, komîte nêzî du mehane xebatekî berfireh dide meşandin û got: “Me ti sinor nedanîn, hêjmar çi qas be bila bibe, her kesê ku bitaybet (...) li Rojhilata Navîn dixwaze çarenûsa xwe tayîn bike dikare tevlî konferansê bibe.” Koç diyarkir ku, “Me xwest li gel hemû hêzan bi rexneyên wan ve, bi hebûna wan ve ku li hember çemka dewletê a tekane bên gel hev.” Koç da zanîn ku, “Me got bila her kes bê”. Koç destnîşan kir ku, deriyê ku me lê xistî nema.
Koç anî ziman ku, “Em konferansê gelek girîng dibînin. Ev konferansekî dîrokiye. Yek ji sedemên ku em li sirgûnê ne yek ji wan jî Ewropa ye.” Koç diyarkir ku, ji ber wê sedemê pir girînge ku konferans li Brukselê pêktê.
Piştî axaftinê li gorî koteya zayendî ji bo dîwanê sê zilam û du jin hatin hilbijartin. Di dîwanê de Rojda Yildirim, Mûrat Çakir, Şafak Arabaci, Zeynel Ozen, Nûrî Karakurt cih girtin.
Ji bo axaftin û daxuyaniyan dîwanê Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal, Serokê Giştî ê KADEP’ê Lutfî Baksî, ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Saruhan Orûç û ji bo di derbarê 3.Komcivîna Mezin a Elewiyan de Bulent Ant agahiyan bide vexwendin.
Konferans bi axaftina vekirinê a Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal berdewam bike.