Konê sersaxiyê bi girseyî hat ziyaretkirin
Konê sersaxiyê bi girseyî hat ziyaretkirin
Konê sersaxiyê bi girseyî hat ziyaretkirin
Li Êlihê ji bo gerîlayên HPG'ê Ceylan Geldi (Gulbahar Bagok), Fatma Başak (Raperin Batman) ku sala par li Çiravê û gerîlayê PKK'ê Adnan Kandemir (Hêja Kela Memê) ku di sala 1994'ar de li Behdînanê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn kon ji bo wan hatin vedan.
Sala par li Çiyayê Çirovê operasyon pêk hat û di operasyonê de gerîlayê HPG'ê Ceylan Geldi (Gulbahar Bagok), Fatma Başak (Raperin Batman) jiyana xwe ji dezt dabûn. Duh cenazeyên wan hatin dîtin û birin saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.Gerîlayê PKK'ê Adnan Kandemir (Hêja Kela Memê) jî di sala 1994'an de li Behdînanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatên endamên HPG'ê ji bo Geldî û gerîlayê PKK'ê Kandemir li taxa Petrolê konê şersaxî veda. Ji bo gerîlaya HPG'ê Fatma Başak jî li taxa Hilalê li ber malbata Başak konê sersaxiyê hat vedan. Di sersaxiyê de rêvberên BDP'ê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, DA-DER, Înîsiyatifa Dayikên aştiyê Meclisa Jinê ya Bajar, endamên meclisa bajar, nûnerên saziyên sivîl ên civaki jî di navde gelek kes amade bûn. Li konên sersaxiyê wêneyên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên HPG'î Geldi hevalên wan hatin vekirin. Di pêşengiya meleyê DA-DER'ê de duha hatin xwendin. Hevseroka BDP'e ya Êlihê Rahşan Çarboga li vir axaftinek kir û diyar kir ku şehîdê wan rûmet û nirxêin wan in û dê li doza wan xwedî derevin. Li konê ji bo gerîlaya HPG'ê Fatma Başak jî posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan u gerîlaya HPG'ê Başak hat vedan. dîsa pankarta ku wêneyên endama PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan), HPG'î Başak a li ser "Em bi ruhê Zîlan pêngava gelê ku ber bi Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad ve dimeşe silav dikin" vekirin