KON-MED tê ragihandin

5 federasyonên Kurdistanî yên li Elmanyayê, xwe bi modeleke nû bi rêxistin dikin. Modela vê rêxistinbûnê jî wê 5'ê Gulana 2019'an bi navê KON-MED'ê weke konfederasyonê bê ragihandin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê, piştî kongreyên federasyonan wê ji bo Konfederasyonê li hev bicivin. Endamê Komîteya Amadekar a 1. Kongreya Asayî Hevserokê NAV-DEN'ê Tahîr Koçer li ser mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Koçer bi bîr xist, Elmanya mezintirîn welatê Ewropayê ye û 70 ji sedî yê Kurdên li Ewropayê li Elmanyayê ne, piraniya saziyên wan ên çandî li Elmanyayê ne û ji bo xurtkirina îradeya gel û saziyên xwe, wan pêwîstî pê dîtine ku xwe bi rengê konfederasyonê bi rêxistin bikin.

Koçer anî ziman zêdeyî 260 saziyên wan ên çand, spor, jin, ciwan, dergah, bawerî, mizgeft û meclîsên gel li Elmanyayê hene û ji bo karibin hem bersivê bidin pêdiviyên gel hem jî kêmasiya rêveberiya navendî ya van saziyan ji holê rakin, wan ev modela rêxistinbûnê esas girtine.

Koçer got, "5 federasyonên Kurdistanî modelên rêxistinbûnê ne ku îradeya gel esas digirin. Cihê ku her pênc federasyon lê bigihêjin hev konfederasyon e. Bi vî rengî ji bo hilbijartina rêveberiya konfederasyonekê ku ji rêveberiya federasyonan pêk were, em ê 5'ê Gulana 2019'an roja Yekşemê li bajarê Koln ê Elmanyayê kongreya xwe ya damezrandina konfederasyonê pêk bînin."

Tahir Koçer anî ziman, roja destpêkê ya kongreyê wê 4'ê Gulanê roja Şemiyê pêk were, di roja duyemîn de jî wê bi rûniştineke girtî rêbaza kar a konfederasyonê û rêvebernameya wê amade bikin.

Koçer diyar kir, nêzî 1000 delege wê tevlî kongreyê bibin û li gel hilbijartina rêveberî û hevserokên konfederasyonê wê amblema wê jî diyar bikin.

Koçer ji bo kongreya "Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê li Elmanyayê" (KON-MED) banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostan kir.

Federasyona Civakên Azad ên Mezopotamya FED-MED a li eyaleta NRW, Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanî FCDK/KAWA ya li eyaletên Hessen û Rheinland Pfalz, Federasyona Civaken Kurdistanî-FCK a li eyaletên Bayern û Baden-Wurtemberg, Federasyona Kurdên Azad a Elmanyaya Rojhilat û Federasyona Civaka Kurdistaniyên li eyaletên Niedersachsen, Hambûrg, Bremen û derdora wê, demên bihûrî kongreyên xwe yên salane pêk anîn.