KON-MED: Ocalan rêya aştiya bi rûmet nîşan dide

KON-MED'ê diyar kir, "Ocalan ji bo aştiyeke bi rûmet, ji bo jiyana bi hev re, azadiya jinê, bidawîhatina li talankirina xwezayê rê nîşanî me dide."

Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd di nava şerekî bêdawî de dinalin, tên kuştin, destdirêjî li jinan tê kirin, zarok ji paşerojê bêpar tên hiştin" û hate ragihandin, "Bi taybetî piştî ku pêvajoya aştiyê û maseya hevdîtinên Îmraliyê ji aliyê hikumetê ve hatin têkbirin û rejîma Erdogan ji bo dewamkirina pergala xwe ya zext, talan û diziyê bi klîkên nava şer ên salên 90'î û MHP'ê re koalîsyon kir, tê dîtin ku aştî ji Kurdistan û Tirkiyeyê dûr ketiye."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin bibîrxistin û hate gotin, "Ji bo têkbirina vê êrişê divê em xwedî li aştiya civakî û modernîteya demokratîk derkevin ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye formulekirin. Rêberê Gelan Ocalan ji bo aştiyeke bi rûmet, ji bo jiyana bi hev re, azadiya jinê, bidawîhatina li talankirina xwezayê rê nîşanî me dide."

Di daxuyaniyê de bang li hikumetê hate kirin ku dawî li tecrîdê bîne û li nexşerêya ku li Dolmabahçeyê hate eşkerekirin vegere.

KON-MED'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo 1'ê Îlonê çalakiyên li gelek herêmên Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.