KON-MED ji bo boykotê bang kir

KON-MED'ê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk bang kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên qirkirinê yên topyekûn ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd didomin û hate gotin, "Ji bo tinekirina gelê Kurd bi her şêweyî çekan her wiha çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li dijî êrişkariya dewleta TC a dagirker pêla boykotkirina malên dewleta Tirk a dagirker ku bi pêşengiya gelê Başûrê Kurdistanê dest pê kir didome. hatineya rejîma faşîst a Tirk ne tenê li Kurdistanê her wiha li Ewropayê ya ji mal û tûrîzmê dibe çavkaniya makîneya şer. Dewleta Tirkiyeyê hema bêjin piraniya aboriya xwe li şerê qirkirinê bi kar tîne. Çavkaniya sereke ya vî şerî jî bi taybetî malên Tirk ên li Elmanyayê tên firotin û tûrîzme. Em bang li Kurdistaniyên li her devera dinyayê bi taybetî li ELmanyayê dikin ku malên Tirk nekirin û tûrîzma Tirk boykot bikin."