KON-MED'ê ji bo şermezarkirina Çavûşoglû bang kir

KON-MED'ê ragihand ku dewleta Tirk a nikare bi berxwedanê, zarokan, sivîlan qetil dike. KON-MED'ê ji bo şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û ji bo meşên şermezarkirinê bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP'ê êrişên xwe yên li nava welêt derbasî derveyî welêt jî kiriye. Her roj bi gelek balafirên şer bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne. Di van êrişên dewleta Tirk a faşîst de bi dehan sivîl hatine qetilkirin."

Di daxuyaniyê de êrişa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate bibîrxistin û hate gotin, "Artêşa Tirk a ku li berxwedana gerîla rast hat, nekarî ji Heftanînê wêdetir biçe. AKP a ku li pêşberî vê rewşê dîn û har bûye, li Kobanê komkujî kir, 3 jin qetil kir, li Silêmaniyeyê 2 kes qetil kir û 8 jî birîndar kir. Dewleta Tirk her ku bêhtir dikeve nava krîzê, êrişê dibe ser mûxalîfan hemûyan."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYAN

Di daxuyaniya KON-MED'ê de ji bo çalakiyên 1-4'ê Tîrmehê yên ji bo şermezarkirina dijminên gelê Kurd banga tevlîbûnê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "2'ê Tîrmehê em ê tevî dostên xwe , li gel partiyên Kurdistanî li dijî dijminên Kurdan Çavûşoglû û Ersoy çalakiya şermezarkirinê li dar bixin. Çalakî wê li devereke nêzî Buroya Wezareta Karên Derve saet di 12:00 de pêk were. Em bang dikin ku bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin.

Her wiha 4'ê Tîrmehê li Kolnê, di salvegera qetilkirina Halîm Dener de li Hannoverê bîranîn, bi wesîleya salvegera komkujiay Sêwasê li gelek navendên Elmanyayê di navbera 1-4'ê Tîrmehê de wê çalakî bên lidarxistin û em bang dikin ku her kes bi xurtî tevlî bibin."