KON-MED'ê ji bo Alî Yavrû sersaxî xwest

KON-MED'ê ji bo Alî Yavrû ku jiyana xwe ji dest dayî sersaxî xwest û got, ''Dil dil, mêjî û di dîroka birûmet da têkeoşîna me ya azadiyê de wê bijî.''

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) têkilî kedkarê têkoşîna azadiya Kurd Alî Yavrû )Xebat Siweek) ku jiyana xwe ji dest dayî peyama sersaxiyê da.

Di peymanê de hate gotin cenazeyê Alî Yavrû ku di têkoşîna azadiyê xwedî cihekî girîng e şandine welêt, hate bibîrxistin Alî Yavru yê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê ev pêlak bû tedawî dibû, berxwedêrekî dema êşkenceya giran a Zİndana Amedê ya salên 80'yî bû. KON-MED'ê got, ''Ji ber ku hevrêyê me Alî Yavrû ku 6'ê Nîsana 2021'an xatir ji me xwestiye em pir xemgîn in.''
Di peymanê de hate gotin, ''Cenazeyê Alî Yavrû ji bo Kurdistanê hate şandin ku di ber de têkoşiyabû û bêrî lê kiribû. Cenazeyê Alî Yavrû îro wê li Tarsûsê were veşartin.

Hevrêyê me Alî Yavrû wê di dil, mêjî û dîroka birûmet a têkoşîna me ya azadiyê bijî.

Di serî de malbat, em sersaxiyê didin hmeû hevalên wî yên têkoşînê û gelê Kurdistanê.''