Komunîstên Îranî piştgirî dan Kobanê
Komunîstên Îranî piştgirî dan Kobanê
Komunîstên Îranî piştgirî dan Kobanê
Partiya Komûnîst a Karkeran a Îran, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û piştevaniya bi Kobanê re li bajarê Koln ê Elmanya xwepêşandanek li dar xist. Di axaftinên xwepêşandanê de çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin.
Li gelek navendên cîhanê bi çalakiyên Kurdan û derdorên demokratîk êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê tên şermezarkirin. Duh êvarî jî endamên Partiya Komunîst a Karkeran a Îranê li ber Dêra Dom a li bajarê Koln a Elmanya hatin gel hev, êrîşên çeteyên DAIŞ şermezarkirin. Endamên Partiya Komunîst a Karkeran ku dirûşmayên, “Ji terora DAIŞ re bes e”, “Bijî piştervaniya şoreşgerî”, “Kobanê ne bi tenê ye” gotin dovîzên ku çeteyên DAIŞ şermezar dikin hilgirtin. Li vir li ser navê partiyê axaftin hatin kirin.
Nûner di axaftina xwe de got ku Kurd tevî derfetên xwe yên kêm jî berxwedaneke terîfa wê zehmet nîşan didin û wiha dewam kir, “Zilam û jinên Kurd li hember van hovan 3 hefte ne li ber xwe didin. Mirina xwe didin ber çavên xwe û li ber xwe didin. Em vê pîroz dibînin. Kurd ji aliyê cîhanê ve tenê hatine hiştin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve piştgiriyê dide van çeteyan û ji aliyê din ve jî deriyên alîkariyê girtine. Ev pêkanîneke derveyî mirovatiyê ye. Divê demldest alîkarî ji Kurdan re bê dayîn. Li hember çeteyan têkoşîneke hevpar bê meşandin.”
Komek endamên PYD’ê jî tevlî xwepêşandanê bû.
Li gel vê endamên Partiya Komunîst a Karkeran a Îran konê piştgiriya ji Kobanê re ya li ber Dêra Dom ziyaret kir.