Komploya 9’ê Cotmehê li Tambovê hat şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê li Tambovê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn ji bo komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin di civînekê de hatin cem heve. Di civînê de endemê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Cemal Şemoyan axaftinek kir û got: “Serokê gelê kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya zindana Îmralî komplo vala derxistiye”

Kurdistaniyên li bajarê Tambovê ya Rûsyayê dijîn ji bo 15’mîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar û lenet bikin êvarê li avahiya Mala Kurda li hev civiyan. Di civîna ku gelek Kurdistanî amadebûyî de endamê KNK’ê Cemal Şemoyan ji Kurdistaniyan re axaftinek kir. Şemoyan di axaftina xwe de da diyar kirin ku gelê Kurd xwedî kevneşopiyek kevnare û got: “Serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di encama komployek kiret û qirêj dil hat girtin. Neyarê gelê kurd bi dîlgirtina Rêberê gelê kurd xestin berxwedan û tekoşîna gelê kurd jî têk bibin. Lê ev planên wan bi saya berxwedana Rêberê gelê Kurd ya di zindana Îmraliyê û bi bilindkirina tekoşînê vala derketin. Gelê kurd gelê li ser vê erdnigarê gelekî herî kevne û xwedî kevneşopiyên herî dîrokiye. Bi tekoşîna xwe gelê kurd dixwazin layiqî van kevneşopiyanbin.”

Piştî axaftina Şemoyan Kurdistaniyên beşdarî civînê jî li ser wate û giringiya rojê hestên xwe parvekirin.

Civîn heya derengê şeve berdewam kir.