Komploya 9’ê Cotmehê li Sydneyê hate protestokirin
Li Sydneyê Kurdistaniyan bi mîtîngekê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.
Li Sydneyê Kurdistaniyan bi mîtîngekê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Sydneyê yê Avûstûralyayê dijîn, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li Qada Opera Hoûseyê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Di çalakiyê de li ser navê komîteya amadekar Xanemîr û Brûsk Aîverî axivîn. Di axaftinan de Komploya 9’ê Cotmehê ya di sala 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Grava Îmraliyê 19 salin di bin tecrîdekê de ye, hate protesto kirin.
Çalakgeran bang li CPT û Konseya Ewropayê kirin ku bila berpirsyariyên xwe bînin cih û daxwaza azadiya Ocalan nû kirin.
Di çalakiyê de belavokên ku qala tecrîda Îmralî û Komploya 9’ê Cotmehê dike, hatin belavkirin.