Komploya 15’ê Sibatê li Stockholm û Vasterasê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên li Stockholma paytexta Swêdê û Vasterasê hate şermezarkirin.

Di çalakiya ku li paytext Stockholmê hat lidarxistin de gelek kes tevlî bûn, çalakvanan gelek caran dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk û hêzên wê yên komploger berz kirin.

Saraya ku di çalakiyê de axivî bang li berdevkê Skandînavyayê, Yekîtiya Ewropa û raya giştî ya Swêdê re kir û xwest ku hevgirtina bi gelê Kurd re xurt bikin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Menîce Yîgît meşa li Kolnê silav kir û got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo niha gelê Kurd li her derê li qadan e. Ev gel serokê xwe dixwaze. Kêr gihaye hestî.”

Di çalakiya ku li Vasterasê hat lidarxistin ji aliyê Swêdiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat, Hevserokê DKTM’yê Hasan Bakur axivî. Bakur da zanîn ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hemû Kurdan pêk hatiye û diyar kir ku ew bi xwedî derketina Rêberê Gelê Kurd komplo pûç kirine.