Komplo li Mersîn û Edeneyê hat şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li bajarên Edene û Mersînê hat şermezarkirin.

Li taxên Guneş, Gundogdû, Sîteler, Şevket Sumer, Yenîpazar, Yenî Hal ên navçeya Akdenîzê, li taxên Barbaros, Fahrettînpaşa, Tozkoparan, Gazîpaşa, Gîrne yên navçeya Tarsûsê û li taxên Mevlana û Kûrdalî yên navçeya Toroslar ên Mersînê, dikan nehatin vekirin.

Li Edeneyê jî, dikandarên taxên Daglioglû, Gulbahçe, Firat, Barbaros, Yenîbey û Hurriyet ên navçeya Seynakê, ji ber salvegera komploya navneteweyî dikanên xwe venekirin. Ji duh ve tax ji aliyê maşînên zirxî yên polîsên tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin.

Wekî din li navçeyên Yuregîr û Ceyhanê yên Edeneyê jî, li taxên ku piraniya şêniyên wan Kurd in, dikan nehatine vekirin.