Komkujiyên AKP dike li Kanadayê di ekrana mezin da hatin nîşandan

Êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd, li bajarê Kanada Torontoyê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li navenda bajarê Kanada Torontoyê li hev civiyan, êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê ji bo qirkirinê dike, şermezar kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de wesayîtek li ser ekraneke mezin a dîjîtal hebû hat kirêkirin û ji vê ekranê dîmenên komkujiyên AKP li bajarên Kurdan dike, hat nîşandan. Wesayîta ji vê ekrana mezin li dora Parlamentê û Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat gerandin.

Girseya gel berxwedana xwerêveberiyê silav kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji AKP'ê re bibe goristan", "Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike" qîriya.

...