Komkujiya Roboskî û Maraşê hat bi bîranîn
Komkujiya Roboskî û Maraşê hat bi bîranîn
Komkujiya Roboskî û Maraşê hat bi bîranîn
Yên ku di komkujiya Maraş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan bi meşeka ku ji aliyê Meclisa Ciwanên HDK’a Kadikoyê û Rêxistina HDP’a Navçeya Kadikoyê hatin bibîr anîn.
Meclisa Ciwanên HDK’a Kadikoy û Rêxistina HDP’a Navçeya Kadikoyê bi armanca duwemîn salvegera komkujiya Komkujiya Roboskî ji bo bîranîna 34 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û yên di komkujiya Maraşê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr bînin li Kadikoyê meşek pêk anîn.
Li Meydana Altiyol a Kadikoy’ê ciwanên ku bi vekirina pankartên weke “Ji bo gelan wekhevî û baweriyan re azadî” û “Ger em ji bîr bikîn dilê be bisekine” ketin meşê li ser hev dirûşmeyên “Dewlet bike komkujî dike” qêr kirin.
Piştî bi dawîbûna meşê li Meydana Îskelê şûnde li ser navê Meclisa Ciwanên HDK’a Kadikoyê Zeynep Papilas daxuyaniya çapemeniyê da. Papilas di daxuyaniyê de bal kişande ser komkujiya Maraşê û komkujiya pêş dusalan li Roboskiyê ku 34 welatiyên ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve bombebaran kirin û qetil kirin.
Piştî daxuyaniya Papila li ser navê Rêxistina HDP’a Navçeya Kadikoyê Mine Şirin jî daxuyaniyek da û got pêwiste berpirsên van komkujiyan bên derxistina pêş dadgehê. Çalekî piştî daxuyaniya bi dawî bû.