Komkujiya Roboskî
Komkujiya Roboskî
Komkujiya Roboskî
Sal 2011
29’ê Kanûnê, saet bi şev yek..
Di têlevizyona Roj TV de nûçeyek derbas dibû.
Li roboskî komkujiyek pêk hat.Balefirên artêşa Tirk gûndiyên kurd bombebaran kir.
Encam: Komkujî
Piştî vê nûçeya lezgîn ku roj tv bi dunyayê da hesandin êdî di dîrokka kurdan de bi navê Komkujiya Roboskî,komkujiyek dinan jî zêde dibû.Ev komkujî jî ji dema sînorên ku di nava kurdan de hatina xêzkirin destpêkiribû.. Ev sînor hertim bû sedeme kuştina kurdan. Tenê ku mirov ji deme konfaranse Lozanê û heta vê demê kronolojiya kesên ku tenê li ser sînor hatina kuştun derbixe ewê bê dîtin ku heta roja me, bi hezaran kurd hatina kuştin. xaleka dawiyê ya van komkujiyan, komkujiya Roboskî bû
Li Kurdistan Sinor…………………..
Di destpêkêde Kurdistan parçe û parvekirin.. li gor siyaseta xwe sînor destnîşan kirin..Malbatan,eşîran û gel ji hev qût kirin..
Kurdên li ser tixûb dijiyan, belengaz û neçarbûn.Bilî bazirganiyê û ajalvaniyê tu karek ku bikin tunebû..
Dest bi ticareta sînor kirin û di nav civakê de wek Qaçaxçî hatin binavkirin..
Dagirkerên Kurdistan ev yek nedixwestin û ji bo van têkiliyan bi temamî qût bikin, pêşî li vê bazirganiyê bigirin di nav hewldanen de bûn..
Li hember qaçaxçiyan dest bi operasyonên eskerî kirin.Di van operasyonan de gelek kurd hatin kûştin.
Di 28ê Kanûna 2011an de komek ku ji 38 kesî pêk dihat,ji Qilabanê ji gûndê Roboskî berbi Başûr birêketin.Ji bo bazirganiya Mazot û hin alavên dinan ewqas jî hesp û hêstir li gel wan bûn.
Dema ku birêdiketin dengê Nerona dibihîztin, lê ji bo wan her tişt normalbû.Her roj ev deng dibihîstîn.
Êvarê saet di 5an de gihîştin başûr. Barê xwe girtin û saet di heftan de vegeriyan.Bişev saet di derdora 9an de sînor derbasbûbûn û nêzî zozanan bûn.
Di destpêkê de fîşekek ronahî kirinê û piştre jî dengê top û obusan destpêkir.Barê xwe li wiyalî sînor hiştin û birêketin.Wek 2 koma birêdiketibûn,di navnera wande 300-400 metre hebû.Piştî bombebaranê Balefir hatin.Xwestin ku li aliyê zozane ve biçin, lê eskeran li wî alî rê girtibûn.Cîhek ku pêve herin tunebû.Kom hatin cem hev.
Di despêkê de koma ku ji 20 kesan pêkdihat hatin îmha kirin.Her yekê li aliyek belavbû lê bombebarana 2 balefiran bênavber saetek dewamkir.
Piştî bombebaranê saet di 11.30 de,li ser têlefona kesek ku birîndar xelasbûbû, gûndî li hewar hatin.Dema gihîştin cîhê bûyêrê rastî cesedê 34 kesan hatin.
Dora rojê navê van kesan di ajansan de derbas bû ku di encama vê komkujiyê de jiyana xwe ji destdanin:
Seyîd Encu
Ozcan Uysal
Mihemed Encu
Newzad Encu
Hemze Encu
Şerwan Encu
Cemal Encu
Osman Encu
Şivan Encu
Bîlal Encu
Mihemed Elî Tosun
Nadir Alma
Mahsun Encu
Salih Encu
Yuksel Urek
Salih Urek
Serhed Encu
Adem And
Savaş Encu
Selahadîn Encu
Bedran Encu
Hiseyin Encü
Aslan Encu
Cewat Encu
Erkan Encu
Selman Encu
Orhan Encu
Fadıl Encu
Wedat Encu
Cîhan Encu
Fîkret Encu
Hiseyin Encu
Erkan Encu
Zeydîn Encu
Çetin Encu.
Piştî Komkujiyê............................
Piştî civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê ku jê re bi tirkî dibêjin "MGK" ev komkujî pêk hatibû. Li gor hin îdeayan jî plansaziya wê komkujiyê di wê civênê de hat kirin. Di wê civinê de, ji bo ku çavtirsandinê bidina kurdan, balafirên dewleta tirk 34 mirovê kurd qetil kiribû. Mirovên ku hatin qetilkirin, hemû sivîl bûn. Ji vanan 17 kes jî zarok bûn , temenê wan di bin 18 saliyê re bû. Yên ku birîndarbûn jî ji bo ku dewlet li hewaran nehatibû ji bo midaxleya tibbî nehatibû kirin jiyana xwe ji dest dabûn.
Balefirê şer çûbûn û li pey xwe qêrîn û hawar hiştibû.
Parçê laşê mirovan û yên hespa tevlî nav hevbûbû.Cesed nedihatin nasandin.
Gundiyan bi îmkanên xwe cesedên xizmên xwe komkirin û anîn gûndê Roboskiyê.
Ew roj li Roboskî ev dîmen di têlevizyonan de dihatin servîs kirin.
Piştî van dîmenan êdî di dîroka kurdan de bi navê Komkujiya Roboskî ,komkkujiyek nû hatibû nivîsandin.
Dewlet destbi înkarê kir...............................
Cenaze hatin definkirin û dewleta bêdeng dest bi daxwiyaniyan kirin. her wekî komkujiyek bi vî rengî li Roboskiyê neqewimiye Medya demek dirêj bêdeng ma.Medya kurdan jî bi nuçeya Lezgîn ev komkujî bi cîhanê dabû hesandin.Berpirsyarê vê komkujiyê texmîn nedikir kurdê li hember vê komkujiyê bê deng nemînin.Wan hesap nedikir ku medya kurdan di demek kurt de bi dunyayê bidin hesandin.Doro rojê di nav derûniyek xirab de dixwestin ku xwe derbixin pakiyê.
Dora rojê di hemû daxwiyaniyên rayedarên dewletê de berpirsyarê vê komkujiyê bi aweyek zelal dihatin parastin.
Di destpêkê de li ser daxwaza serokwezîr Erdogan Medya jî bê deng bû.
Manşetên hatin nivîsandin jî li gor daxwiyaniyên rayedarên AKPê bûn.
Komkujî, heta ku di çapamaniya kurdistanê û ya navnetewî de cih negirt, dewlete tirk û çapameniya wan jî komkuji negirt rojava xwe.
Piştî ku girtin rojeva xwe jî, di daxwiyaniyên xwe de erişî mexdûran kirin.
Yek kesê ku ji vê siyasetêre pêşengî dikir jî wezîrê karêhundir yê Tirkiyê Îdris Naîm Şahîn bû.
Ne îdrîs Naîm hin rayedarên dinan jî bi van gotinên xwe dixwestin komkujiyê veşêrin.
« Em ji bo êşa we parve bikin li vir in. Em dev ji vê bûyerê bernadin. Emê vê bûyerê bînin rojeva meclîsê û ji bo ku
berpirsyarên bûyêrê derkevin holê çi ji destê me were emê bikin. »
Serokê CHP'yê Kemal Kılıçdaroglu
« Di operasyona hewayî de 35 hevwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Serokerkaniya me gotiye me dest bi lêgerînan kiriye. Ez jî bi serokerkan re civiyam. Ji serokerkan û serleşkeran re spas dikim. »
Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan: « ...ev qezayeke operasyonê ye. »
Alîkarê serokê AKP'yê Hüseyin Çelik .« Em di vê mijarê de li aliyê ku hikûmeta tirk lê ye, ne. »
Balyozê giştî yên DYA'yê li Enqereyê Francis Ricciardone.
Ji aliyê siyasedmedar û rayedarên kurdan ve jî daxwiyanî dihatin dayin:
Hevserokê BDP'yê Selahattin Demirtaş « Îro welat parçe bûye. Ez êdî bawer im. Hûn 50 hezar carî jî bikujin navê van deran Kurdistan e û navê vî gelî kurd e. »
Hevserokê KCD'yê Ahmet Türk.« Ewên ku behsa komkujiyê dikin ma ev ne komkujiye lê çi ye? Ewên ku Esad û Qedafî rexne dikin, îro ji wan zêdetir kirine. Ew gelên xwe bombebaran nakin. Ev komkujî,ne kêmî Qedafî û Sedam e, wê di dîrokê de cihê xwe bigire. Serokwezîr Erdogan ewê weke serokwezîrekî nîjadkuj di dîrokê de cih bigire »
Parlementerê Mersînê yê BDP'yê Ertuğrul Kürkçü.« Ewê bedêla hemûkan were standin. Yê ku ne stîne bila namerd be. Heta em hesabê vî karî ne pirsin,ji me re sekin herame! »
5 meh piştî komkujiyê, rojnemaya Emarikî ya bi navê "The wall Strêt journal", di nivîsek xwe de digot ku’ Pantagonê îstîhbarate komkujiya Roboskî daya rayadarên tirk.’ Ev nivîsa vê rojnamê, bi rojan hat nîqaşkirin. Lê rayadarên dewleta tirk, înkar kirin û hewldan ku pêşî li wan nîqaşan bigirê.
Bi vê yekê, dewletê, xwest ku berpirsîyarîya xwe veşêre. Serokwezirê tirk Recep Tayyip Erdoğan, di axiftinek xwe ya li ser komkujiya roboskî de digot ku "me tazmînate wan jî daya, êdî çima li ser tê axiftin û di rojevê de tê hiştin."
Ev daxwiyanî hatin dayin.Lê piştî ku komkujiya Roboskî pêkhat, dewletê hertim hewlda ku rojevê biguharinê û ser buyarê jî bigirê. Piştî komkujiyê "doza 12 Îlonê" hat dest pê kirin. Ji bo ku rojev were guharandin, çend generalên tirk jî hatina girtin.Dîsa mijarek binavê Kurtajê xistin rojeva Tirkiyê.Lê ev hewldanên wan jî ji aliyê kurdan û dostên kurdan ve vala hat derxistin.
Roboskî di rojeva cîhanê de...................
Di navbera kurdan û dewletê de pêvajoyek dijwar hatibû despêkirin.Di vê tekoşînê de gelek kesayet û saziyên sivîl lê kêleka kurdan cîh girtibûn û ji bo ronîkirina komkujiyê bi ser dewletê de diçûn.
Gelek heyetên saziyên sivîl hatin Roboskiyê û bi amedekirina raporan, xwestin ku ev Komkujî her dem di rojevî de bimîne.
Dîsa gelek hunermend û rewşenbîr jî, gelê Roboskî bi tenê nehiştin. Bi serdana Roboskiyê piştgiriyên xwe anîn ziman.
Aktivîstê mafê mirovan Halîl Savda jî ji Roboskî hetanî Enqerê meşek da destpêkirin.Berî ku dest bi meşa xwe bike peyamek dida.
Hewldanên dewletê yên înkara komkujiyê..........
Dewlet li dû hin leyiskê dinan bû. ji bo ku komkujiyê ji rojavê derxê, bi navê "komisyona lêkolînê" li meclisa tirkiyê, komisyonek avakir. ev hewldan hemû jî ji bo ku serê komkujiyê bide girtin û an jî ji rastiyê dûr bide nîşandin.
Dewletê, siyesetmederên kurd, yên ku komkuji dikirina rojavê, ji bo wan doz vedikir. Yên ku komkuji şermazar kirin, rastî êrîşên hêzên dewletê hatin.
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafak Alî Akel dema di nivîsek xwe de cîh da komkujiya Roboskî,ji kar hat derxistin.
Ji hiqûqa Tirkiyê tu encamek dernediket.Doz li kûder û çawa destpêkiribû nedihat zanîn.Malbatan li ber derê dadgehan li pey hiqûqê û edaletê bûn.
Partiya kurda BDP, piştî ku fahm kir ku wê êdî li hundur ti ancam ji dewletê dernakevin, serî li Dadgeha sûcên şer ya navnetewî da. Giringiya birina vê doza komkujiya kurdan li dadgeha navnetewî, ew bû ku,pêşiya komkujiyên din yên bi vî rengî bêgirtin. Dewleta Tirkiyê jî, ji bo pêşî li vê dozê bigirê, li dadgeha xwe doz da vekirin.Lê bê ku doze bi encam bike û sûcdaran derxe hole,dozê bi encam nekir, her tim di dewamkirinê de hişt..
Kurdan, dostê kûrdan û gelê roboskî têkoşînek dan destpêkirin.
Ne tenê bi meş û mitînga,kurda ji bo vekirina doze, ji bo hiqûqê, ji bo edaletê jî bi israrbûn. Lê doz li kûderê hat vekirin û kî di vêdozê de hata darizandin, ew veşartî ma. Qatilên ku komkuji pêkhanîn, derneketin pêşberî dadgehan. Kurdan,li hember hemû êrîşan jî, dev jî çûna bi ser komkujiyê bernedan. ji bo ku berpirsyar werin tespît kirin,teşîr kirin û cezakirin bê sekin tekoşîna xwe domandin.
Piştî komkujiya Roboskî, li her bajar, navçe û gundên kurdistanê, ji bo komkujiya Roboskî xwepêşandin û şermazarkirina destpêkir. Di hemû xwepêşandinan de, xwestekek kurdan derdiket pêş. „Emê vê komkujiyê tu caran nedin jibîr kirin.“
Kurdan hetanî îro jî ev komkujî nedan jibîr kirin. Komkujiya roboskî jî, bi armanca çavtirsandinê ji bo ku kurd maf û azadiya xwe doz nekin hatibû kirin. Kurdan, ji bo ku ev fahm kir, êdî bêhtirî ji bo doza mafê xwe yê azadiyê têkoşiyan. Di vê demê de bi hezaran sîyesetmederên kurd jî ji bo ku doza azadiya kurdan kirin û mafê kurdan bi lêvkirin, hatin girtin û anha jî di zindanê de ne. Kurdan piştî Roboskî bi serhildana bersiv dane hikumeta AKPê.