Komkujiya li Enqereyê li Stockholm, Malmo, Goteborg hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarên Swêd ên Stockholm, Malmo û Goteborg bi girseyî hat protestokirin.
ANF
STOCKHOLM
yekşem, 11 kewçêrê 2015, 20:11
Komkujiya li Enqereyê li bajarên Swêd ên Stockholm, Malmo û Goteborg bi girseyî hat protestokirin.
STOCKHOLM
Li Stockholmê bi navê “Êşên me yên hevpar” a ji aliyê Koma Xebata Hevpar li avahiya Navenda Perwerdeyê ya Swêd panelek pêk hat û Ragip Zarakolu û Mahmut Memduh Uyar wek axaftvan beşdar bûn. Piştî panelê Kurdistanî û Tirkiyeyiyan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Girseya ber bi Qada Sergel ve dest bi meşê kir dirûşmên, “Qatil AKP, Faşîst Erdogan”, “Wê hesabê komkujiyê bê pirsîn”, “Destên xwe yên bi xwîn ji ser HDP’ê vekişînin” qîr kirin.
Li Qada Sergel ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat.
MALMO
Li bajarê Malmo yê Swêd jî komkujiya Enqereyê li bajarê Malmo yê Swêd bi mîtîngekê hat protestokirin. Di mîtînga ku girseya ji 4 parçeyên Kurdistan beşdar bû, nûnerên rêxistina civaka sivîl a Swêdî, Allt åt alla, Partiya Çep û Baskê Ciwanan a Partiya Çep jî axivîn. Di axaftinan de dewleta Tirk hat protestokirin.
GOTEBORG
Li Goteborgê jî bi tevlîbûna nêzî 400 kesî mîtîngek hat lidarxistin. Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Nûnerê HDP’ê yê Swêd Hazan Bozlok, li ser navê DTM a Goteborg jî Abdullah Devecî, nûnerên Partiya Komunîst a Swêd, YNK û saziyên civaka sivîl tevlî mîtîngê bûn.