Komkujiya li du girtîgehan û çapemenî
Komkujiya li du girtîgehan û çapemenî
Komkujiya li du girtîgehan û çapemenî
Di 24’ê îlona 1996’an de li girtîgeha Amedê û di 26’ê îlona 1999’an de jî li girtîgeha Ulucanlarê her yekê 10 girtî di encama operasyonê de hatin qetilkirin. Çapemenî wek her tim hevkarê sûc bû; wekê ku qetla van kesan wacibe, hewl dida rayagiştî pê bide bawerkirin. Çapemeniya ku komkujiya Girtîgeha Amedê zêde di rojevê de nagire, komkujiya Ulucanlarê jî bi binpêkirina etîka komkujiyê pêk anî.
GIRTÎGEHA AMEDÊ; SERÊ WAN ŞÎŞKIRIN
24’ê îlonê 1996’an de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê saet di 14.00’an de bi sedan leşker, polîs û tîmên taybet deriyên malbatyê vekirin û dest bi êrîşê kirin.
Girtiyan li dijî temsiliyetê bi dirûşmeya ‘rumet mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe’ gotin dê berxwe bidin û piştî vê û rastî êrîşa bi cop, hestin, dar, kalasan hatin.
30 girtiyên li koxuşên 17,18, û 19’an û 3 girtiyên li revîrê digerin li ber Koxuşa 35’an rastî lêdaneke giran hatin. Derket holê ku serê 10 girtiyan hatiye şîşkirin û mêjiyê wan li derdorê belav bibû. Dadgehma Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku xala 3’emîn ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin û 798 hezar Euro tazmînat li Tirkiyeyê birî.
Doza der barê komkujiyê de hêj didome.
GIRTÎGEHA ULUCANLARÊ; DEMA DI XEWÊ DE BÛN
Di 26’ê îlona 1999’an de di saetê sibehê 04.00’an girtî razabûn. Dema şiyar bûn her der hatibû girtin. Leşkeran destpêkê guleyên plastîk û piştre jî guleyên rastî bikaranî. Girtiyên bi navê Halîl Turker (TKP/ML) û Abuzer Çat (MLKP) destpêkê bûn hedef û hatin kuştin. Girtî derbasî cihê hewagirtinê bûn. Av avêtin wir. Derbasî mutbexê bûn gaz avêtin. Yên bi saxî hatin girtin, rastî lêdana hovane hatin. Îsmet Kavaklioglu (DHKP/C) dirûşme berz dikir. Her ku çû dengê wî kêm bû her kesî fêm kir ku hatiye kuştin. Heta saetên nîvro hat fêmkirin ku 10 kes hatine qetilkirin. Yên ku seqet mabûn jî hebûn.
Alî Suat Ertosun di dema komkujiyê de Midûrê giştî yê Malên Tevkîfê û Cezayê bû. Di dema hikûmeta AKP’ê de anîn endamtiya Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran û bi Madalyaya Taybet a Dewletê dihat xelatkirin.
ÇAPEMENÎ LIGEL KUJERANE
Çapemeniya tirk komujiya girtîgeha Amedê wek pevçûn derbas kir. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê ‘ li girtîgehê pevçûn’ da û wek mudaxaleya polîsan serwîs kir.
Qunçiknûsê rojnameyê der barê bûyerê de wiha got:
Di rojnameya Mîlliyetê de jî bi ser navê ‘Girtîgeh bû gola xwînê’ nûçeyek hat weşandin û tê gotin ku pevçûn hatiye jiyîn. Her wiha hat îdia kirin ku girtiyan nivîn û betaniyên xwe şewitandine. Rojnameyê rojek din şûnde yanî 26’ê îlonê de îdia kir ku ‘pevçûna PKK-Îtîrafkarane’ û got di navbera îtîrafkar û PKK’iyan de pevçûn derketiye.
Rojek piştî komkujiyê Zekî Muren miribû. Çapemeniyê herî zêde mirina Muren derxist pêş û qetilkirina 10 şoreşgeran ji nedîtîve dît.
***
Çapemeniya komkujiya Ulucanlarê ya 99’an jî veşart û nûçeyên der barê bûyerê de rojek şûnde serwîs kir.
Rojnameya Mîllîteyetê di nûçeya xwe ya 27’ê îlonê de bi ser navê ‘ Girtîgeh tevlihev bûn’ de got digot memurê parastinê înfazê rehîn hatiye girtin.
Gunerî Civaoglu jî du roj şûnde nivîsek nivîsî û îdia kir ku di girtîgehan de hawireke azad û bi edelet heye.
Manşeta rojnameya Huriyetê ya 28’ê îlonê jî der barê komkujiyê de be. Rojnameyê sernavê ‘Rojbaş dozger beg’ bikaranî û dîsa bi gotinên ku rastiyê nîşan nadin komkujî veşart.
Rojnameya Starê jî nûçeyek bi vîrengî weşand û ji bo komkujiyê gotibû ‘çareya dawî’.Rojnameya Cumhuriyetê jî û nûçeya wan jî ji rojnameyên din ne cudatir bû.