Komkara Ereban dê çekan bide Artêşa Azad

Komkara Ereban dê çekan bide Artêşa Azad

Komkara Ereban biryar da ku, çekdan bide Artêşa Azad. Her wiha Koalîsyona Muxalîfên Sûriyeyê dê tevlî civîna Komkara Ereban ya tê payîn di 26’ê Adarê de bê li darxistin weke nûnerê Sûriyeyê tevlî bibe.

Wezîrên Derve yên Komkara Ereban, duh di civîna xwe ya li Paytexta Misir Qahîra hate lidar xistin, biryar dan ku ew dê alîkariya çekan bidin Artêşa Azad. Biryara alîkariya muxalefeta Sûriyê a bi çekan bi serkêşiya Qetarê pêk hat û Di civînê de Îraq, Lubnan û Cezair li dijî biryarên di derbarê Sûriyê de derketin.

Weke din jî hate hate ragihandin ku, berpirsyarên hukmeta Qeterê û hin dewlemendên Erebîstana Siûdî  li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê çekan didin muxalefeta Sûriyeyê.

Di heman demê de Sekerterê Giştî yê Komkara Ereban Nebîl Elerebî diyar kir ku, dê Koalisyona Muxalifên Sûriyeyê wek nûnerê Sûriyeyê di civîna Yekîtiya Ereban a di 26 û 27'ê Adarê de li Paytexta Qeterê Dewha were li darxistin beşdar bibe.