Komîteya amadekar a Kongreyê navnîşanên têkiliyê parve kir

Komîteya amadekar a Kongreyê navnîşanên têkiliyê parve kir

Xebatên Kongreya Netewî ya Kurd ku tê payîn ku li Hewlêrê pêk were bi lez û bez didome. Komîteya Amadekar a Kongreyê, ji bo her kes nêrîn û pêşniyarên xwe parve bike navnîşanên têkiliyê parve kir.

Xebatên komîsyona amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd ku di 22’ê Tîrmehê de li Hewlêrê piştî civîna pêk hat hat destpêkirin didome. Bi komîsonên pratîk yên bi modela rêgezên sereke, stratejî, siyaset,rewa-parastin, çapemenî, aborî, ekolojî û civaka azad xebat tên meşandin.

Ji bo ku kongre di nava vê mehê de pêk were xebat bi lez û bez tên meşandin û li gorî daxuyaniya dawî ya Komîteya Amadekar a Netewî ya Kurd, pêşnûmeya biryarê ya ku ji bo pêşkêşî Kongreya Netewî bê kirin hatiye avakirin, biryarên ku hemû gelên Rojava eleqeder dike ye.

Komîteyê ji ber vê yekê ji bo ku her kesên li aliyê riya çareseriya demokratîk ya kurdin, xwest nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.

Komîteyê ji bo nêrîn û pêşniyaran ev navnîşan parve kir:

Tel. 00964/ (0) 750 691 0199

E-Mail [email protected]

https://www.facebook.com/knk.peywendi?ref=hl