Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê: Ziman û çanda me hebûna me ye

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê têkildarî êrişên nîjadperestiyê ku "bêperwa" ku li dijî çand û zimanê Kurdî tên kirin daxuyaniyek da û diyar kir, "Ziman û çanda me hebûna me ye." Komîteyê li dijî êrişên faşîzan banga yekîtiyê kir.

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê têkildarî êrişên nîjadperestiyê ku "bêperwa" ku li dijî çand û zimanê Kurdî tên kirin daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Her roja ku diçe êrîşên faşîzan ên bêperwa roj bi roj bi awayekî berfireh dewam dikin. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta niha li dijî gelê Kurd bijavtin û qirkirin bênavber hatiye meşandin û ev hê jî dewam dike.

Li gorî elîtên dewlet neteweyan, etnîk û civakên jêrê xwe û yên lawaz dibînin yan bi entegrasyonê yan jî bi darê zorê dixwazin di nava çanda elît a serwer a dewlet netewe de bihelînin. Dema ku vê nekarî bike vê carê dixwaze bi qirkirina fîzîkî êrîşên tunekirinê bimeşîne.

Zimanê me, çanda me hebûna me ye. Bi sedan salan gelê Kurd bi fîzîkî yan jî bi çandî bi awayekî topyekûn bû hedefa sîstema înkar û tunekirinê. Bi salan band û şerîtên kurdî weke stranên qedexe yên hatinbûn bi navkirin veşartî dihat guhdarîkirin, ev jî weke berxwedanekê bû remza israra di ziman û çanda xwe de. Hunermendên Kurd ên xwedî rûmet bi buhayê canê xwe hunera xwe bi pêş dixistin û dibûn dengê gelê xwe. Di bedela her straneke Kurdî de êşkence li wan dihate kirin. Lê wan dejê bernedidan û bi berxwedanê bersiv didan. Ji salên Apê Mûsa heta niha gelek destketiyên mezin hatibin bi dest xistin jî gelê Kurd di nava lêpên qirkirinê de ye ku van rojên dawî bi harbûna faşîzmê û bûyerên diqewimin re em vê yekê dibînin.

Li bajarê Tirkan Sakaryayê bav û kurê ji ber bi hevre Kurdî axivîn bûn hedefa êrişa nîjadperestiyê. Di encamê bav Kadîr Sakçi şehît ket, kurê wî Burhan Sakçi giran birîndar bû. Dîsa li bajarê Tirkan Antalyayê ji ber kurdî peyîviye Mahîr Çetîn hate lînçkirin û di encamê de şehît hate xistin. Ev hemû bûyer ji Kemal Kurkut heta doh ne pêr li Enqereyê ji ber li mûzîka Kurdî guhdarî kiriye Bariş Çakan hate qetilkirin. Di hemû bûyeran de yan yekser dewlet bi xwe yan jî hêzên wan ên paramîlîter ev êrîş tên pêkanîn. Bi destê qeyûman xirakirina pirtûkxaneya Celadet Bedîrxan, di serî de Heskîf li tevahiya Kurdistanê bendavên tên çêkirin ji bo tunekirina dîrokê ye. Ku tîmsaleke cografîk a dîrokî bîr û hişê civakê ye, bi xirakirina van deran dixwazin bîra civakê tune bikin û qirkirina çandî pêk bînin.

Em hemû jî dizanin û dibînin ku tevahî êrîşên tên kirin ne ji hêzbûna faşîzmê ye, berovajiyê vê çavkaniya xwe ji tirsa hilweşandinê digre. Bilindbûna pîleya êrîşan ên bêperwa ne hêzbûna dijmin tirsa wî ya mezin dide nişandan, qurf û panîka tûnebûnê datîne holê.

Duh ne pêr di şexsê ciwanê Kurd Bariş Çakar ê li Enqerê hate qetilkirin de hemû êrîşên li beranberê ziman û çanda me tên kirin de li dora şiara 'Çand û zimanê me hebûna me ye' em bang li tevahiya gelê xwe û dostan dikin ku kom bibin û li hemberê êrîşên faşizan yekîtiya gelan ava bikin.

Li dijî faşîzmê eniya berxwedana hevpar a yekgirtî wê serbikeve."