Komîsyoneke çavdêriyê jî li Colemêrgê hat sazkirin

Komîsyoneke çavdêriyê jî li Colemêrgê hat sazkirin

Li Colemêrgê ji nûnerên saziyên sivîl ên civakî komîsyona çavdêriya vekişînê hat avakirin.

Li Colemêrgê piştî pevajoya 8'ê Gulanê ya vekişîna hêzên HPG'ê dest pê kir, komîsyona çavdêriyê ku ji endam û nûnerên ÎHD, Baro, Odeya Tabiban, MAZLUM-DER û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu pêk tê hat avakirin. Komîsyona hat avakirin, li Baroya Colemêrgê daxuyani da çapemeniyê. Li ser navê koma komîsyonê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê Îsmail Akbulut daxuyanîda.

Akbulut, anî ziman ku ew ji parastina mafê jiyanê û mafên mirovan berpirsiyar in û wiha got: "Em weki saziyên sivîl ên civakî ji dîrokekêre şahidiye dikin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Sûcên herî giran ên mirovahiyê pêk hatin. Me her tim ji bo çareseriya pirsgirêka kur bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe bedelên giran dan. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji 8'ê Gulanê û şûnde bi vekişîna militanên PKK'ê re em dê di her şert û mercan de pêvajoya vekişînê bişopînin."

GEŞEDANEK NEYÎNÎ DÊ ZERARÊ BIDE MILYONAN'

Akbulut, da zanîn ku ji bo milîtanên PKK'e bi ewle paşve bikişîn û geşedanek neyînî pêk neyê dê berpirsiyariya xwe bi cih bînin û destûr nadin ku binpêkirina mafên mirovan pêk bê. Akbulut, xwest mafê jiyanê yê mîlîtanên PKK'ê û leşkeran ên jiyanê bê parastin û tedbîr bên girtin û wiha got: "Ger ku tedbîr neyên girtin û geşedanek neyînî pêk bê dê heviya milyonan gel a aştiyê têk biçe. Em dê li herêmê "Nobeta Aştiyê bigirin. Heta pêvajoya vekişînê bi dawî bibe, divê hemû hêzên demokratîk ên sivîl ên herêmê û rayedarên leşkerê hişyar û bi hestyar tev bigerin. Em dê hemû aliyê pêvajoyê bişopînin û ger geşedanek neyînî pêk bê em dê mudaxale bikin. Em dê di vê pêvajoyê de Nobeta Aştiyê bigirin."