Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn betal bû

Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn betal bû

Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn ku di bin sîwanê Meclîsê de ava bû, ji ber ku endamên AKP'yî cara sêyemîn beşdarî civînan nebûn, ji holê rabû.

Endamên Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn ên BDP'yî, CHP û MHP'yî, der heqê xebatên komîsyonê de li hev kom bûn.

Ji ber ku endamên AKP'ê cara sêyemîn beşdarî civînê nebûn, endamên din ên komîsyonê rapor girtin. Bi raporê re hikûmeta AKP'ê ji xebatan vekişiya û xebatên komîsyonê betal bûn.