Komîsyona Jinan a Baselê: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
Komîsyona Jinan a Baselê: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
Komîsyona Jinan a Baselê: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
Jinên kurd li bajarê Basel a Swîsreyê ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe lêgerîna edeltê didomînin û her wiha di çarçoveya kampanyaya ji bo Azadiya Ocalan 6 hezar îmze berhev kirin.
Bi pêşengiya Komîsyonan Jinan a Baselê, jinên kurd yên li Baselê dijîn ji bo ku kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez derketin holê lêgerîna edeltê didomînin.
Komîsyona ku berê jî ji bo komkujî ronî bibe gelek çalakî pêk anîn ev 10 hefteye li cadeya herî qelebalix a Baselê li Claraplatzê stand ava kirin û ji bo komkujî ronî bibe bang dikir û her wiha bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îmze berhev dikir. Jinan diyar kir ku ligel ku di ser bûyerê re 121 roj derbas bû jî hikûmeta Fransayê ji bo ronîkirina komkujiyê tu titşek nekiriye û bûyerê vedişêre.
XETA EW BÊ DENG BIN…
Li ser navê komîsyonê Zuleyha Aslan diyar kir ku armanca wan eve ku kujerên her sê siyasetmdarên kurd bê dîtin û darizandin û her wiha armanca wan a din jî ew e ku ji bo oazadiya Ocalan îmzeyan berhev bikin.
Aslan da zanÎn ku di şexsê her sê hevalan de hewl tê dayîn têkoşîna jinên kurd bişikînin û got têkoşîna jinan her ku diçe mezintir dibe. Aslan got: “Jinên kurd li her derê. Ji ber vê bê deng nemînin. Heta ku hevkarên vê komkujiyê bê deng bimînin em dê çalakiyên xwe bidomînin.
6 HEZAR ÎMZE
Aslan da zanîn ku komîsyona jinan a Baselê di standên ku ev10 hefteye vekirine de ji bo azadiya Ocalan 6 hezar îmze berhevkirine.
Xebatkara komîsyonê Îmran Sabaz jî axivî û diyar kir ku di çarçoveya çalakiya dimeşînin de her kesê li Baselê dijîn agahdar dikin û her wiha banga piştgiriyê jî kir.