Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, Çelebî bibîr anî
Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê Huseyîn Çelebî, Huseyîn Çelebî di 24. salvegera wî de bi bîr anî.
Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê Huseyîn Çelebî, Huseyîn Çelebî di 24. salvegera wî de bi bîr anî.
Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, der barê 24. salvegera Çelebî de daxuyaniyek da û got: “Bi boneya roja şehadetê, Em hevalê Şehîd Huseyîn Çelebî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wî bin.”
Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo gelek mirovan meha Cotmehê, payizê û pelên dikeve erdê bi bîr tîne. Lê ev ji bo gelê Kurd cuda ye. Lewra dema gelê Kurd meha Cotmehê difikire, li şûna pelên dikevin, Şehîd Huseyîn Çelebiyê dikeve axê bibîr tînin, wek çawa hevalên Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Ronahî (Andre Wolf) û Sarya (Nûrsen Înce) bibîr tînin.
Piştre jî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê tê bîra wan.
Em wek YXK, 24. salvegera şehadeta Hevalê Şehîd Huseyîn Çelebî bi êşa roja yekemîn bibîr tînin. Ji bo kesên coşa wî, kelecana wî û kenê wî yê roja yekem dîtine, bi rastî jî ev windahiyek mezin e.
Em Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ti carî nikarin vî lehengî ji bîr bikin. Ji bo saziya me ev rewş hê derbasdartir e. Ji ber ku hem ji damezrînerên me ye.
Hem jî bi Kongreya me ya 2. ve Serokê me yê Rûmetê ye. Bi boneya salvegera şehata wî em hevalê Şehîd Huseyîn Çelebî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wî bin.
Her wiha, em tevahî Kurdistaniyan û dostên wê di 17’ê Cotmehê li Dortmûndê de davetî aktîvîteya ku her sal di şexsê Hevalê Şehîd Huseyîn Çelebî de Pêşbirka Wêje ya Huseyîn Çelebî dikin. Şehîd sedema jiyan, şer û têkoşîna me ne.”