Komersantê, Çeçenên li dijî Kurdan şer dikin nivîsand
Komersantê, Çeçenên li dijî Kurdan şer dikin nivîsand
Komersantê, Çeçenên li dijî Kurdan şer dikin nivîsand
Yek ji rojnameyên sereke yên Rûsyayê "komersant" li ser bingeha agahiyên Çeçenê bi navê Ûsman Ferzaûlî ku xwe weke "Wezîrê Karên Derve yê komara Çeçen a Îçkerya" bi nav dike, li ser Çeçenên li Sûriyê şer dikin, gotarek nivîsand. Di gotara rojnameyê de hat destnîşankirin ku li Sûriyê zêdeyî sed çekdarên Çeçen şer dikin û ji Tirkiyê piştgiriyê digirin.
Hebûna çekdarên Çeçen ê di nava çeteyên El Qaîde yên li Sûriyê de, herî dawî bi girtina lîderê El Nûsra Ebû Mûsab ê ji aliyê şervanên El Ekrad (Eniya Kurd) ve ket rojevê. Di berdêla serbestberdana sivîlên di destê Eniya El Nûsra de, Ebû Mûsab ê Çeçet hat berdan, lê belê koma çekdar bi tenê beşek ji sivîlên di destê xwe de berda û yên mayî jî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne.
Yek ji rojnameyên sereke yên Rûsyayê "Komersant" jî di gotareke xwe de cih da hebûna Çeçenan a di nava komên radîkal ên li Sûriyê êrîşî Kurdan dike û mora xwe diavêjin binê bûyerên hovane. Rojname gotara xwe dispêre agahiyên ji Çeçenê bi navê Ûsman Ferzaûlî ku ev kes xwe weke "Wezîrê Karên Derve yê Komara Çeçen a Îçkerya" bi nav dike û diyar dike ku li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li Sûriyê zêdeyî sed Çeçen şer dikin.
Li gorî daxuyaniya Ferzaûlî ya di rojnameyê de hat weşandin, Çeçenên li Sûriyê şer dikin, Çeçenên ji Bakurê Kafkasya û Ewropayê ne. Ferzaûlî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameyê de weha got; "Ev Çeçenên mijara gotinê, ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Çeçenên derbasî Sûriyê bûne jî li ser banga lîderê "Îmarat Kafkas" ku li Federasyon Rûsyayê rêxistina terorê ya qedexe ye, Dokû Ûmarov ve çûne Sûriyê û şer dikin."
Tê gotin, serkêşê rêxistina Îmarat Kafkas ê Sûriyê Îsa Ûmarov e. Hêjayî gotinê ye, Dokû Ûmarov û Îsa Ûmarov, pêşengên banga darbeya cîhadî ya li dijî Serokê wê demê yê Komara Çeçen Aslan Masxadova ne.
Di nivîsa li rojnameyê de Ferzaûlî balê dikşîne ser rola Îsa Ûmarov a di rêxistinbûyîna Sûriyê de û dibêje; "Îsa Ûmarov li Sûriyê ye. Li ser navê rêxistinê hemû peyam û bangan, bi rêya înternetê dike. Dema pêwîst bike, ji bo şervanên nû bigire, bêyî rastî pirsgirêkan were sînorê Rûsyayê derbas dike."
'RÊVEBERIYA KURDAN ÊDÎ NE XEYALEKE'
Di nivîsê de tê gotin, "Kurd bi awayekî fermî ne alîgirê aliyekî ye, li herêma xwe ne komên Îslamî ne jî hêzên dewletê qebûl nakin. Li gorî hesabên Esad, piştî serketina şer, ewê berê xwe bide Kurdan û li dijî wan şer bike. Lê belê serketina ev plana Esad ne hêsan e. Mînak li Iraqê Sunî û Şîa li hemberî hev şer dikirin, Kurdan jî dewleta xwe ava krin û xweseriya xwe îlan kirin.
Kurdên li Sûriyê jî di heman rê de dimeşin. Bêguman ji van deskevtiyên Kurdan Tirkiye bêzar e. Êdî ne xeyale ku Kurd li Sûriyê xwe bi rêve bibin û ber bi rizgariyê ve biçin."