Komên çete Dêra Sûryaniyan şewitandin

Komên çete Dêra Sûryaniyan şewitandin

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nûsra, ku li Rojavayê Kurdistanê hemû nirxên mirovahiye binpê dike, Dêra Sûryaniyan a gundê Xerdûka teqanidine û hemû tiştên girêdayî ola Xiristyaniyan şewitandin. Çeteyan goristana Xiristyaniyan jî xirakirine.

Hêzên YPG’ê duh gundê Xerdûga yê 12 kîlometre dikeve başûrê Tirbespiyê ji destê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nûsra rizgar kiribû. Piştî ku şervanên YPG’ê gund  rizgar kir  diyar bû ku komên çete dêra gund ya Sûryaniyan teqandine û hemû nirxên olî yên di dêrê de şewitandine.

Li aliyê din jî balkêşbû ku komên çete malên gundiyan talan kir û xira kirin. Komên çete li ser deverên ku talan kiribûn navê Dewleta Îslamî ya Iraq û  Şamê nivîsandin.

Çeteyên ku navê Îslamî bi kar tînin ev ne cara yekê destdirêjî nirxên olî yên Xiristyan û Musilman jî dikin. Li Serêkaniyê komên çete Dêra bajêr talan û wêran kirin, her wiha di mizgiftan de xwe bi cihkiribûn û ji vir êrîşî sivîlan dikin. Komên çete li gundê Elok û Helebê jî destdirêjî mizgeftan kirinbûn.

Hêzên YPG’ê li dijî baregehên komên çete yên başûrê Tirbespiyê çalakî pêk anî û di encamê de gundê Xerdûga ku navenda komên çete bû hate rizgarkirin û şervanên YPG’ê navenda komên çete ku wek Burc tê zanîn xistin destê xwe.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 2 roj beriya niha saet di 12.00’an de şervanên YPG’ê li dijî baregeha komên çete ya li gundê Xerdûga ku 12 km başûrê Tirbespiyê dikeve çalakî pêk anîne. Hate hînbûn ku di encama çalakiyê de hêzên YPG’ê gundê Xerdûga rizgarkirine û Burca 2 km başûrê Xerdûga dikeve ku komên çete weke baregeh bikar dianîn xistin destê xwe.

Hate gotin ku di çalakiya heta saet  06.00’an dom kir de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn, lê derbarê hejmarê de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hate gotin ku komên çete reviyane girê gundê Mihemed Diyab ku li nêzî wê herêmê ye.

Gundê Xerdûga ku ji derdora 40 malî pêk tê kurd, ereb û Sûriyanî lê jiyan dikin.