Komeleya Xwendekaran li êrişa nijadperestan rast hat
Komeleya Xwendekaran li êrişa nijadperestan rast hat
Komeleya Xwendekaran li êrişa nijadperestan rast hat
Komeleya Xwendekarên Azad û Demokratîk a Amanosê (ADO-DER) rastî êrişa komek nijadperest hat. Piştî êrîşê komele ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hat dorpêçkirin.
Komeleya Xwendekarên Azad û Demokratîk a Amanosê (ADO-DER) ji aliyê komek nijadperest ve rastî êrîşa bi kevir û daran hat.
Piştî endamên komeleyê jî bersîv da koma nijadperest, nijadperestan vekişiyan.
Li dû êrîşê polîs û cendirme hatin cihê bûyerê û derdora komeleyê dorpêç kirin. Leşerên ku komele dorpêç kirin destûr nedan ku xwendekar biçin komeleyê û derkevin. Cendermeyên ku koma nijadperestan belav nekirin, xwestin ku li komeleyê lêgerînê pêk bînin.
Xwendekarên ku rastî êrîşê hatin diyar kirin ku leşker dixwazin komeleyê lêgerîn bikin. Xwendekarê ku li zaningehê rojnameyê belav dike Şeraffetin Tekin diyar kir kir ku ji aliyê komek nijadperest ve rastî gefan hatin û heri dawi êrîşî komeleyê kirin. Tekîn, anî ziman ku nijadperest destûr nadin ku ew li vir rojname û kovaran belav bikin û ji ber vê yekê rastî êrîşan tên. Tekîn da zanîn ku koma ku ji 20-30 kesan pêk dihat saet di 12.00'an de êrîşî komeleyê kirine.