KOMAW: Em polîtîkayên şantajê yên li ser Rêber Apo qebûl nakin

KOMAW’ê têkildarî polîtîkayên şantajê yên ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ev polîtîkaya hem li dijî mafên mirovan, hem jî li dijî hiqûqê ye û em bi ti awayî qebûl nakin.”

Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) têkildarî polîtîkayên şantajê yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya KOMAW’ê bi vî rengî ye:

“Weke Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) em diyar dikin ku em polîtîkayên şantaj û tecrîdê yên li ser Rêber Apo bi temamî qebûl nakin. Ev polîtîka hem li dijî mafên mirovan û hem jî li dijî hiqûqê ne.

Rêber Apo vîna siyasî ya gelê Kurd e û polîtîkaya tecrîdê ya li ser wî tê meşandin, êrîşa qirkirinê ya li ser azadiya gelê Kurd e. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo, li dijî mafên bingehîn û rûmeta gelê Kurd e.

Weke KOMAW em dibêjin ku divê demildest polîtîkayên şantaj û tecrîdê bi dawî bibin. Ev pêkanînên dijhiqûqî û nemirovî yên li ser Rêber Apo tê kirin, li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye û nayê qebûlkirin. Divê hemû êrîşên li ser tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo rawestin, dawî li polîtîkayên tecrîdê bê û parastina Rêber Apo bê kirin û bi rêkûpêk hevdîtinên parêzer û malbatê bên kirin.

Di vê çarçoveyê de em bang li Tirkiye û civaka navneteweyî dikin ku balê bikşînin ser van pêkanînên dijhiqûqî û ji bo edaletê gavên pêwîst bavêjin.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû malbatên endamên KOMAW’ê dikin ku li dijî van kiryarên qirêj ên li ser Rêber Apo tên meşandin, tevlî çalakiyan bibin.”