KOMAW: Divê her kesê bi rûmet xwedî li Efrînê derkeve
KOMAW: “Roj roja xwedîderketina li rûmet û vînê ye. Roj roja xwedîlêderketina Efrînê ye.”
KOMAW: “Roj roja xwedîderketina li rûmet û vînê ye. Roj roja xwedîlêderketina Efrînê ye.”
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) di daxuyaniya xwe de berxwedana Efrînê silav kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin.
“Erdoganê faşîst olê îstîsmar dike û li camiyan sûreya Fetîhê dixwîne û ji bo tunekirina Kurdan her rêyê diceribîne. Erdogan bi feraseta DAÎŞ’ê dixwaze qetlîam û dagirkeriya li Efrînê meşrû bike. Li hemberî vê dagirkeriyê gelê Efrînê û şervanên azadiyê bi berxwedaneke mezin têdikoşin û êrîşên dijmin bi tu awayî qebûl nakin.
Roj roja xwedîderketina li rûmet û vînê ye. Roj roja xwedîlêderketina Efrînê ye. Li ser vî esasî em bang li hemû Kurd,dostên xwe dikin ku bi giyanê Kobanê tevlî meşa li Kolnê bibin.