Koma Zurîchê nobeta li Strasboûrgê dewr girt
Nobeta ku ji bo azadiya Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin yek ji çalakiya Kurdan a herî demdirêj e.
Nobeta ku ji bo azadiya Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin yek ji çalakiya Kurdan a herî demdirêj e.
Çalakiya nobetê ya ku li ber avahiya Konseya Ewrûpayê tê domandin, heft hefte ne bi çalakiya rûniştinê ya ku ji bo CPT biçe serdana Ocalan, bi hev re didomin.
Çalakiya di hefteya 287’an de ji aliyê Zeynel Aydin, Muslum Şahîn, Bariş Coşkûn, Şervan Kabak ên ji Zurîchê hatine, endamên Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Zurîchê û Meclîsa Jinan a Ewrûpayê ya PYD’ê hate wergirtin.
‘BI ÇALAKIYÊN XWE EM Ê TECRÎDÊ PARÇE BIKIN’
Li ser navê komê Zeynel Aydin axivî û got, “Komploya navneteweyî di sala 19’an de ye. Di van 19 salan de Rêbertiya me di nav şertên giran de dijî. Rêbertî ji bo me, sedema jiyîn û mirinê ye. Heta ku Rêbertiya me azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe ew ê çalakiyên me bidome. Em ê bi çalakiyên xwe tecrîdê parçe bikin.”
Aydin bal kişand ser vî tiştî ku dewletên Ewrûpayê û saziyên wekî CPT çavê xwe ji tecrîdê re digirin û diyar kir ku divê CPT daxwazên gelê Kurd ên di vî warî de bi cih bîne.