Koma Swîsreyê Nobeta Azadî ji Ocalan re wergirt

Çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re a ku 7 sal in li pêşiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê didome, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên li Swîsreyê hate dewrgirtin.

Çalakiya nobetê ya ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di hefteya 350’î de didome. Ev nobet çalakiya herî dirêj a Kurdên li Ewropayê ye. Çalakiya nobetê li qada Avenûe l’Eûropeyê tê lidarxistin a ku Konseya Ewropayê û CPT jî li wê derê ne.

Nobet her hefte ji aliyê komekê tê dewrgirtin. Vê hefteyêjî Emîn Kûrt, Zibêr Amed û Molla Şahîn nobet dewr girtin ên ku ji Swîsreyê hatine.

Li ser navê koma çalakger daxuyanî hate dayin û hate diyarkirin ku ev çalakî 7 sal in didome û heta ku Ocalan azad bibe wê ev çalakî jî bidome. Çalakgeran silav ji çalakgerên greva birçîbûnê re jî şandin.

Çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin û heta niha 350 komên cihê û herî kêm 2 hezar kes tevlî çalakiyê bûne. Di çalakiyê de heta niha bi sedan belavok hatine belavkirin û bi devkî mirov hatine agahdarkirin.