Koma Rojava li Kanadayê hevdîtin kir

Koma Montreal a Rojava li Kanadayê hin hevdîtin kir. Komê ragihand, ku modela jiyanê ya dewleta Kanadayê li ya Tevgera Azadiyê ya Kurd tê û daxwaza piştgiriyê kir.

Koma Montreal a Rojava li ber Ofîsa Jûstîn Trûdeaû ya li Torontoyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li Toronto û rojnamevanan destek dan daxuyaniyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku divê hikûmeta Kanadayê nêzîkatiya xwe ya li tevgera siyasî ya Kurd biguherîne.

Piştî daxuyaniyê, şandeya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li Toronto, bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya li Ottawa re hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de hat destnîşankirin, ku modela jiyanê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze ava bike, li modela jiyanê ya Kanadayê tê.

Ji rêveberiya Kanadayê hat xwestin, ku li pêşberî daxwazên Kurdan bêdeng nemîne û destekê bide van daxwazan.