Koma Meclîsê ya HDP’ê li hev civiyan
Bi tevlêbûna parlementerên HDP’ê yên ku nû hatine hilbijartin, civîna komê bi beşdariya hevserokên giştî Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan kom bû.
Bi tevlêbûna parlementerên HDP’ê yên ku nû hatine hilbijartin, civîna komê bi beşdariya hevserokên giştî Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan kom bû.
Parlementerên HDP’ê yên ku di 24’ê Hezîranê de hatin hilbijartin, li navenda giştî ya partiyê, di civîna komê de li hev civiyan. Civîn bi seroktiya hevserokên giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan hate lidarxistin, parlementerên berê bernameyeke hevnasînê ya kurt li dar xistin.
Piştre civîn ji çapemeniyê re hate girtin. Di civînê de encamên civînê hatin nirxandin.
Roja berê jî Desteya Rêveber a Navendî û Meclîsa Partiyê jî civiyabûn. Di vê civînê de jî ew ê ji bo xebat û bernameyên pêş nîqaş werin kirin. Hate diyarkirin ku civîn ew ê heta êvarê bidome.