Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê: Bila hilbijartî bên berdan

Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, nabe parlamenterên bi dengê gel hatine hilbijartin bên girtin.

Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, nabe parlamenterên bi dengê gel hatine hilbijartin bên girtin. Di daxuyaniyê de hat xwestin, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû HDP'yiyên girtî werin berdan.

Koma Kurdistanê da xuyakirin, ku binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê zêdetir bûye û diyar kir, êrîş li civaka sivîl, sîstema hiqûqê û azadiya ramanê tê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan, azadiya çapemenî û ramanê û lîderên partiya mûxalefetê, ber bi aliyekî neyînî ve diçe û hat gotin, "Girtina rojnamevan, hilbijartî û nûnerên civaka sivîl bi rengekî vekirî û kêfî dewam dike. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, herî kêm 155 rojnamevan li girtîgehê ne, ku têkildarî 22 ji wan hê doz jî nehatiye vekirin."

GIRTINA HDP'YIYAN DERBEKE MEZIN E LI DEMOKRASIYÊ Û PARLAMENTERÎZMÊ

Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê bibîr xist, ku HDP sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê ye û 59 parlamenterên xwe heye û wiha dewam kir: "Bi hezaran siyasetmedar hatine giritn ku piraniya wan ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Herî dawî Hevserokên HDP'ê û 8 parlamenter hatin girtin. Ev yek derbeke mezin e li parlamenterîzm û demokrasiya Tirk."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke parlamenterên li Parlamenta Swêdê, em dixwazin hempîşeyên me yên HDP'yî û nûnerên partiyê yên hatine hilbijartin derhal bên berdan û li wezîfeya xwe vegerin. Em girtina nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, qebûl nakin. Giritna nûnerên gel, li dijî peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan e. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên mora xwe daniye binî tevbigere û li pîvanên dewleta hiqûqê vegere."

Koma Kurdistanê ya Parlamentê bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ku bi rengekî vekirî helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan bide û ji bo reformên demokratîk pêk werin û veger li pêvajoya aştiyê çêbibe, bikeve nava hewldanan.

Di nava Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê de tevî 6 parlamenterên Kurd, 20 parlamenterên ji her partiyeke siyasî hene. Li binê vê daxuyaniyê mora Roza Guçlu Hedîn (Partiya Karker a Sosyal Demokrat), Fredrîk Malm (Partiya Lîberal), Margereta Cederfeldt (Partiya Mûxafazakar), Kerstîn Lûndgren (Partiya Navendê), Hans Lînde (Partiya Çep), Desîrre Pethrûs (Demokratên Xiristiyan) û Jabar Amîn (Partiya Keskan) hene.