Koma Krîzê banga xurtkirina rêveberiyên xwecihî kir

Koma Krîzê banga xurtkirina rêveberiyên xwecihî kir

Komek pisporên Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG-International Crisis Group) raporek bi sernavê “Li Tirkiyeyê rewşa zor a Kurd” amade kir û têde xwest ku astengiyên li pêşiya Kurdî rabin û xwest ji xurtkirina rêveberiyên xwecihî di serî de li Amedê, li seranserê Tirkiyeyê were nîqaşkirin.

Komek pispor ji endamên Koma Krîza Navneteweyî ( (International Crisis Group) raporek amade kirin û têde pêşniyar kirin ku mafên wekhev di warê rêveberî, nasname û nunertiya siyasî de bên dayin. Di raporê de hate gotin: “ji salên 90an heta niha tundiya di navbera milîtanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û dewletê, negihiştiye tundiya ku ji hezîran 2011 ve dest pê kiriye.”

Rapora ICG ku ji bergeha Amedê ve hatiye amadekirin; pêşniyarên weke çareserkirina pirsgirêka pêbaweriya bi rêberên civaka Kurd, pêşxistina mafên zimanê Kurdan û nîqaşên li ser xweserî- rêveberiyên xwecihî dike.

Di raporê de tê gotin: “Di fermiyetê de naskirina nasnameya Kurdan, darizandina bi zimanê zikmakî û mafê perwerdeyê pêngavên sereke ne”, her wiha xwendina Kurdî weke derseke vebijark jî kêm tê dîtin û bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan tê kirin ku ji vê zêdetir bike.

Di raporê de wiha tê gotin: “Beşek mezin a Kurdan ne tenê pabendê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne, ew her wiha mafên siyasî jî dixwazin. Kurd dixwazin ku dawî jiyanek adiltir, nunertiya siyasî, xwesertî û bidawîbûna cûdakariya di makeqanûn û hemû qanûnan de dixwazin. Qedexeya Kurdî ya li saziyên fermî û kolanan derfetên xizmet û edaleta wekhev sabote dike. Kurd ji bo bidawîkirina girtinên bi komî û tawanbakirina bi ‘terorîzmê’ girtina demdirêj ya beriya dadgehkirinê, daxwaza reformên qanûnî dikin.”

Koma Krîzê hin daxwaz ji hukûmeta Tirk û tevgera legal a Kurdan dixwaze.

Ji bo avakirina pêbaweriya di navbera Kurd û Tirkan de Koma Krîzê ji hukûmetê dixwaze ku ji bo parastina bi zimanê zikmakî di dadgehan de reformên qanûnî pêk bîne, dema girtinê kurt bike, Kurd û ‘gumanbarên’ din di şert û mercên mirovahî de bêne ragirtin û çavdêrîkirin. Her wiha dixwaze ku têkiliyên polîsên herêmî bi gelê Amedê re bên başkirin, divê hêzeke zêde li hemberî xwepêşandan û civînên bê destûr neyên karanîn.

Heyeta pispor ji civaka Kurd û rêberên tevgera Kurd dixwaze ku li gorî prosedura civîn û xwepêşandanan tevbigerin û “tundiya PKKê red bikin”, hewldanên xwe yên weke avakirina Koma Hevdîtin û Diyalogê bidomînin.

Ji bo mîsogerkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî û karanîna zimanê zikmakî di qada geleperiyê de jî tê xwestin ku dersa vebijark a Kurdî ya di perwerdeya salên 2012-2013 de bi awayeke şefaf bê dayin, ji bo cihên zêde daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin rojimêrek a perwerdeyê were çêkirin, ji bo navên Kurdî li cihan were kirin divê sereratkirinên qanûnî çêbibin û bang kir ku astengiyên ku rê nadin Kurdî di xizmetên gelemperiyê de bên karanîn bên sivikkirin.

Bang li civaka Kurd û rêveberên tevgera Kurd kir ku, di vê qadê de “tedbîrên erênî” yên hikumeta Tirk nas bikin û dest ji boykotkirina waneya (ders) vebijartî ya zimanê Kurdî berdin.

Li ser navendibûna beşeriyetî an bihêzkirina rêveberiyên herêmî, ji bo guftûgoyeke adil were meşandin û konsensuseke gengaz were misogerkirin ji hikûmetê re hate pêşniyarkirin ku di warê rêveberiya herêmî di serî de li Amedê li tevahiya welêt guftûgo werin meşandin. Koma Krîzê ya Navnetewî xwest ku rêveberên hikumeta herêmî hevkariyê bikin û aşkera kir ku, pêwîste hikumeta navendî bi awayek diyar bêje ku ew dê daxwazên demokratîk yên Kurdan pêk bînin.

Ji hikumetê hate xwestin ku ji bo Amedê di aliyê aborî, civakî û çandî de teşwîqî pêşveçûnê bike, di serî de ji bo perwerde, tesîsên balefirgehên navnetewî, rêyên hesinî û qadên pîşesazî ji fonên gelemperiyê parek adil ji Amedê re veqetîne. Weke din xwestin, ji bo teşwîqkirina turzîmê ya vî bajarî û bajarên din yên dîrokî yên Kurdan piştgiriyek aktîv bê dayîn.

Weke din Koma Krîzê ji bo pêşdaraza rayagiştî ya li dijî zimanê Kurdî derbaz bibe, behsa girîngiya rolê serok partiyan kir û daxwaz kir ku, bi şandina heyetên kar yên bajarên Kurdan, seyahetên perwerdeyê û konferansên pîşeyî pêk bînin.