Koma Dostaniya Kurd a PE mijarên Kobanê, Şengal û HDP'ê nirxand

Koma Dostaniya Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) mijarên; ji nû ve avakirina Kobanê, rewşa li Şengalê û perspektîfa HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nirxand.

Koma Dostaniya Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) mijarên; ji nû ve avakirina Kobanê, rewşa li Şengalê û perspektîfa HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nirxand.

Di civîna bi hevserokatiya endama Koma Çep a Fransayê ya li PE Marîe Chrîstîne Vergîat û Parlamenterê Koma Keskan a Swêdê Bodîl Ceballos de, Wezîrê Tenduristiyê yê Kantona Kobanê Dr. Nassan Ahmad, Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, endamê KNK'ê Adem Ûzûn, li ser navê Federasyona Komeleyên Êzidiyan Fîkret Îgrek û li ser navê Tevgera Jinên Êzidî Ayhan Îgrek amade bûn.

'ÇI JI DESTÊ ME TÊ DIVÊ EM BIKIN'

Vergîat bal kişand ser hişyarbûna li Rojava bi taybetî jî berxwedana li Kobanê û got, "Kobanê bi berxwedana xwe ya lehengiyê re, ji her alî ve destekê heq dike. Di vê mijarê de çi ji destê me tê divê em bikin." Vergîat di dewama axaftina xwe de diyar kir ku eger HDP di hilbijartinan de bi ser bikeve wê pêşî li gelê Kurd û her kesên li neheqiyê rast tên vebe û anî ziman ku weke koma çep, ji bo selametiya hilbijartinan û ji nû ve avakirina Kobanê ew ê bikevin nava hewldanan.

BANGA JI BO KORÎDORA MAYÎNDE

Dr. Nassan Amad jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ji nû ve avakirina Kobanê û anî ziman ku di vê mijarê de gelek soz ji wan re hatiye dayîn, NGO'yiyan jî ragihandine ku dixwazin tevlî xebatên avakirinê bibin, lê belê astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê jî, venekirina korîdoreke timî û mayînde ye. Dr. Ahmad da zanîn ku di vê mijarê de girînge Parlamenta Ewropayê bi berpirsyarî rabe û bang li rayedarên Tirk jî kir ku dest ji helwesta xwe ya astengdar berde.

Dr. Ahmad da xuyakirin ku ger PE ji bo ji nû ve vakirina Kobanê konferansekê organîze bike ev yek wê ji bo Kobanê were wateya destekeke girîng û bang li saziyên navneteweyî kir ku di vî warî de însiyatîfan bi pêş bixînin.

'SERKETINA HDP'Ê DIBE KU TÊKILIYAN XURT BIKE'

Li ser pirsan Dr. Ahmad diyar kir ku ji sedî 85 ê bajêr xera bûye, ava vexwarinê û elektrîk nîne û diyar kir ku ji 1'ê Sibatê dema derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji navenda bajêr û vir ve li Kobanê 46 mayîn teqiyane û di encamê de 36 mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ahmad anî ziman ku weke Kantona Kobanê ji bilî Tirkiyeyê vê gavê di deriyekî wan ê li cîhanê vedibe nîne û destnîşan kir ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de dibe ku ji pêşketina têkiliyên çêker ên bi rayedarên Tirk re bibe wesîle.

'ERDOGAN Û AKP REJÎMA OTORÎTER DIXWAZE'

Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên giştî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir ku desthilatdariya AKP û Serokkomar Erdogan di dema pêş de rejîmeke hîn bêhtir otorîter dixwazin û provokasyona li Agiriyê jî nîşaneya vê yekê ye. Gur destnîşan kir ku li hemberî vê rêveçûna neyînî HDP navenda derdorên azadîxwaz û wekheviyê ye.

Gur ragihand ku Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê saziyên weke OSCE wê heyetên çavdêr bişînin hilbijartinan û ji komên çep û keskan ên li Parlamenta Ewropayê xwest, ku di vê mijarê de hîn bêhtir israr bikin. 

'EM XWESERIYA DEMOKRATÎK MAQÛL DIBÎNIN'

Nûnerê Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Serokê Konseya Şengalê yê li sirgûnê Fîkret Îgrek jî da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo qirkirina Êzidiyan êrîşî herêma Şengalê kirine, jin û zarok hedef girtine, lê belê PKK, YPG/YPJ'ê tevî derfetên xwe yên kêm jî li dijî çeteyan li ber xwe dane. Îgrek anî ziman ku li herêma Nînovê Tirkmen jî di nav de her gel û bawerî hene û anî ziman ku ew perspektîfeke dişibe xweseriya demokratîk a li Rojava, ji bo vê herêmê maqûl dibînin.

JI 60 PARLAMENTERÊN PARLAMENTA EWROPAYÊ BANGA JI NÛ VE AVAKIRINÊ

L aliyê din bi qasî 60 parlamenterên Parlamenta Ewropa yên ji welat û nêrînên cuda, danezaneke desteka lezgîn a ji bo pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê weşandin.

...