Koma çekdar, xwendekarê Kurd revand
Koma çekdar, xwendekarê Kurd revand
Koma çekdar, xwendekarê Kurd revand
Koma çekdar a bi navê Tabûra Ehfad El-Resûl xwendekarê kurd Orhan Ebdilhelîm Ebdilqadir ji otobîsê daxistin û li ba xwe girtin.
Koma çekdar a bi navê Tabûra Ehfad El-Resûl otobîsa ji Hesekê ber bi Dirbêsiyê ve bi rê ketibû li nêzî Navenda Xwedîkirina Mirîşkan rawestandin. Koma çekdar ciwanê kurd Orhan Ebdilhelîm ji ber ku nasnameya wî li ser bajaroka Til Temirê ye, ji otobîsê daxistin û li ba xwe girtin.
Ciwanê kurd Orhan Ebdilhelîm Ebdilqadir, ji şêniyên Dirbêsiyê ye û li Hesekê zaningeha beşê endizyariyê dixwîne.