Kolektîfa Demokrastiyê ya raste rast ya lidijî otorîteyê
Kolektîfa Demokrastiyê ya raste rast ya lidijî otorîteyê
Kolektîfa Demokrastiyê ya raste rast ya lidijî otorîteyê
Li Îzmîrê bi pêşengiya karkerên şaredariyê di bin navê ‘Kolektîfa demokrastiyê a raste rast’ de xebatek hat destpêkirin. Endamên hewldanê yên ku ev meheke xebatên rêxistinê dimeşînin armanca xwe wek ‘ Toreke piştevaniyê ya ku bi hişmendiya rêveberiya esas azad tevdigere’ didin nasîn.
Li Tirkiyeyê cara yekemîn li Îzmîrê ji aliyê karkerên şaredariyê yên sendîkayî û rêxistinkirî di bi navê ‘ Kolektîfa demokratîk ya raste rast’ de xebat hat destpêkirin. Kolektîf bi terza rêxistibûnê li dijî her cureyê newekhevbûnê helwestê pêşve dibe.
Aktîvîstên kolektîfê der barê xebatan de ji ANF’ê re axivîn.
AVABÛN HER CUREYÊ OTORÎTEYÊ RED DIKE
Aktîvîstê kolektîfê Firat Karaaslan diyar kir ku kolektîf her cureyê girêdana otorîteyê red dike û hedefa wan eve ku rêxistineke alternatîf ava bikin.
Karaaslan da zanîn ku ev kolektîf ji her kesê xwe ku xwedî hişmendiya rêveberiya esase, vekiriye û ev xebat modeleke ku rêxistibûnê hedef dike ye.
Karaaslan da zanîn ku avabûnên pîramîta heyî em nerehet dikirin û got: “Me kêmasiya xwe tespît kir. Me xwest em balê bikişînin ser van. Me xebatek wisa da destpêkirin. Me civîn çêkirin. Em gelek pêşketin. Kesên me ev firk pê re parve kir, ketin nava kelecanê. Xebatên me dê hêdî hêdî runin.
Karaaslan got hedefa wan eve ku bi penaberên Suriyeyê re jî têkiliya piştevaniyê deynin û got ew ne girêdayê tu komek an jî cematê ne.
Navnîşanên kolektîfê yên li ser înternetê:
Navnîşana Komê: https://www.facebook.com/groups/dogrudandemokrasikolektifi/
Navnîşana rupelê: https://www.facebook.com/DogrudanDemokrasiKolektifi