KNKê encamên civîna xwe ya nûnertiya Başûrê Kurdistanê eşkere kir

KNK'ê li ser civîna xwe ya Nûnertiya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û encamên vê civîna ku 8'ê Kanûnê hate lidarxistin, eşkere kir.

Di daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin, ku endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê yên Başûrê Kurdistanê, yekemîn civîna xwe ji bo plansaziya kar û parvekirina erkan ji bo sala nû, bi amadebûna 40 endaman pêk aniye.

Hat destnîşankirin ku di civînê de rewşa heyî ya Kurdistanê, bi taybetî ya Başûrê Kurdistanê hatiye nirxandin, kar û çalakiyên ji bo şeş mehên pêş hatine destnîşankirin û rêveberiyeke ji 9 endaman û 2 cîgiran ji bo Nûnertiya KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 3 komên ji bo piştgiriya bi Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li Başûrê Kurdistanê ev hişyarî û pêşniyar hatine kirin:

"Hikumeta Herêma Kurdistanê bi zû û bi cidî ber bi hewara jiyana xelkê û jiyar wan ve biçe. Bi meşandina siyaseteke zelal û şefafa aborî ku dahat û muçeyên fermanberan dabîn bike û deynên wan jê re vegerîne û êdî bi vê siyaseta ne zelal û na dadperî, sizaya xelkê Kurdistanê nede.

Pêwîste hikumeta herêmê dest bi çaksaziyên bingehîn bike û rûbirûyê gendeliyê bibe.

Ji bo çareserkirina rewşa xerab a bajarê Xurmatû û bi taybetî ew deverên piştî 16 ê Cotmehê hatin dagirkirin, jii me tê xwestin ku banga li hewarçûna lezgîn a aware û xelkê zerarkiriyên van deveran bikin. Ji  saziyên navdewletî yên mafê mirovan û her du hikumetên Baxda û Hewlêr û nûnertiya herêma Kurdistanê li Bexdayê û parlamenta Iraqê dixwazin, li hewar hatin û arîşeyan çareser bikin.

Bi tundî hemû ew binpêkirinên ku li Xurmatû û derdora wê hatine encamdan, awarekirin û şewitandina mal û jiyara xelkê şermezar dikin. 

Bombarankirina kampa Mexmûrê û şehîd û birîndar bûna akinciyên kampê, ya ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bûn bi tawaneke mezin dizanin berpirsatiya vê tawanê dikeve stoyê hukûmeta Bexda yê û rêxistina Neteweyên Yekbûyî. Ji bo vekirina dosyayekê li hember tawanbarên encamderên vê karesata mezin daxwaza me ye.

Ji bo tirsên ser ji nû encamdana tawanên veguhastin û bi erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê hişyariyê didin, ku niha di wî bajarê Kurdistanî de tê kirin. Ev reftar li dijî binemayên pêkve jiyan û aştiya civakî ye. Her wiha li dijî binemayên destûra bingehîne jî.

Bang li tevaya welatiyên Kurdistanê dikin ku bi hişyarî li rewşa heyî binêrin û bi hevbeşî erkên neteweyî cîbicî bikin. Em amadeyî ya xwe ji bo hemahengî û hevkariyê nîşan didin, ji bo derbazkirina vê qonaxa han û karkirin bo bi cihanîna erkên wan xalên li jor me amaje pê kirîn.

Bawerî û dilniyabûn bi mezinîya îradeya gel, ku çavkaniya hêviyê ya serketinê ye bi ser vê rewşa nexwestî ku bi destê dagirkerên Kurdistanê  hatiye çêkirin û ji derencamê nebûna stratîjiyeke niştîmanî  û neteweyî ji alî desthilat û hikumraniya başûrê Kurdistanê ve heta niha nehatiya çareserkirin.

Başûrê Kurdistanê pêwîstiya wê bi alternatîveke demokratiyê heye. Pêwîste hiumeteke wêrek û parlamenteke bi îrade û tejî enerjî, ji bo bi rêvebirina erkên heyî bikeve kar, ji çavdêrîkirina rast û dirust û ji zextkirina ser hikumet ji bo pabend bûn bi yasa û biryaran. Pêwîste gelê başûrê Kurdistanê wê rastiyê bizane ku hêza hemû Kurdan li Bakur, Rojhilat û Rojava li pişta wan e. Mafê Başûr e ku îrade û enerjî ji hêza Kurdên hemû parçeyan bistîn e.

Nûneratiya başûr  ya KNK ê  serketina encamên helbijartinên rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriya pîroz dike û piştgîriya xwe ji bo hewl û têkoşana rojava dike, ji bo bi destxistina  sîstemeke fedralî ya demokratîk û bi demokratîzekirina Sûriyeyê. Xwedî derketin ji ezmûna rojavayê Kurdistanê, diyaloga di navbera Başûr û Rojava de dibîte egerê hindê ku derî li ser siyaseteke nû li başûrê Kurdistanê veke. Di vî warî de  KNK bi pêwîst dizane danûstendin di navbera her du perçan de weke binemayê hev du bi hêzkirinê dibîne.

Nunertiya başûr – KNK, bi her awakî piştgîriya rojhilatê Kurdistanê dike. Hêvîdarîn ku gelê Kurd di parçeyên din û bi taybetî jî kurdên diaspora – tarawge yê bi hemû awayî hevkariya zererpêgihiştiyên erdheja Kimanşan û derdora wê bikin.

Nûnertiya başûr ya KNK ê hemû piştgîriya xwe ji bo xebata azadîxwaziya gelê kurd li bakurê Kurdistanê nîşan dide û siyaseta dagirkariyê û hovîtîya hukûmeta AKP yê  şermezar dike."