KNK: Serketin wê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê be
Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku daxwaza gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên daketine qadan meşrû û mafdar e û got, "Serketin wê ya gelên Rojhilat û Îranê be."
Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku daxwaza gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên daketine qadan meşrû û mafdar e û got, "Serketin wê ya gelên Rojhilat û Îranê be."
Li ser çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî xizanî û polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê tên lidarxistin, Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku gelê Kurd û hemû gelên Îranê bi şoreşeke efsanewî, sala 1979'an dawî li rejîma Şah a dîktatoriyê anî, lê belê Sibata 1979'an Ayetûllahan dest danîn ser vê şoreşa gel û êdÎ rejîmeke kevneperest ya dînî û mezhebî bû belayê serê gelên Îranê.
KNK'ê ragihand, bi rejîma Ayetûllahan re temamiya Îranê veguherî zindanê ji bo gelan û got, "Hingê tenê gelê Kurd û pêşengên wan ev zilma Ayetûllahan qebûl nekirin û têkoşîna xwe bi her rengî domandin. Ji wê rojê ve gelêm e yê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo daxwazên xwe yên neteweyî û demokratî bêyî rawestan têdikoşe."
'AYETÛLLAHAN DEWLEMENDIYA ÎRANÊ TALAN KIRIN Û JIYAN LI GEL HERIMANDIN'
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku Ayetûllahan ji roja dest danîn ser desthilatdariyê û vir ve dewlemendiya Îranê talan kirin, jiyan li gel herimandin û wiha dewam kir: "Rejîma Ayetullahan bi sîstema xwe ya nava Îranê neman û dest bi ixraca siyaseta xwe ya dînî û mezhebî kirin li temamî Rojhilata Navîn. Li kî derê zilm û zor û jiyana kevneperestî rû da ket rejîma Ayetullahan piştevaniya wan kirin. Ji Lubnanê heta Sûriyeyê, ji welatên Xelîcê heta Afganistanê destê xwe yê xwûnavî dirêjî her derê kirin.
'ÎRAN MÎNA MEJIYÊ XWE KIRIN WELATEKÎ REŞ Û TARÎ'
Di nava Iranê da ji mafê mirovan heta mafên neteweyî yên xelkên Îranê hemû binpê kirin. Her dengê mixalif an zîndanî kirin an bi îdaman birîn. Li Rojhilatê Kurdistanê siyaseteke hov bi kar anî. Li beramberî her daxwaza heq û mirovî ya Kurdan bi kuşt û kuştdarî bersiv da. Îran wekî mejiyê xwe kirine welatekî reş û tarî. Bi taybetî jiyan li jinan kirin zîndan. Jin kirine nav çarşeva reş û tarî. Xulase Ayetullahan Îran seranser kirine zîndan bo hemû xelkan."
JIYÊ ZILMÊ DIRÊJ NÎNE
Di dewama daxuyaniyê de Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku jiyê zilmê dirêj nîne û got, "Ji rojên dawiya meha 12'an a 2017'an xelkên Îranê, nerazîbûna xwe dane der û li cade û kolanan dijî vê rejima har û hov dengê xwe yê heq bilind dikin. Ji Meşhedê heta Kirmaşanê xelkên Îranê rabûne ser pêya. Nanê xwe yê ku ji gewriya wan hatiye derxistin dixwazin. Sifreya xwe ya ku ji terefê Ayetullahan ve hatiye talan kirin dixwazin. Jin azadiya ku bi çarşeva reş ji wan hatiye standin dixwazin. Xwandekar mafê xwandinê dixwazin. Karker, karmend jiyana ku ji wan hatiye dizîn dixwazin. Kurd, Belûc û xelkên din ên hatine bindest kirin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk dixwazin. Hemû xelkên Îranê azadiyê dixwazin."
'DAXWAZA GELÊN ÎRANÊ HEQ E, ADIL E Û MEŞRÛ YE'
KNK'ê diyar kir ku rejîma Ayetûllahan a Îranê nema dikare siyaseta xwe ya heta niha bidomîne û got, "Daxwaza xelkên Îranê heq e, adil e û meşrû ye. Dinyaya ku bawerî bi van mafan heyî piştevanê xelkên Îranê ye. Rejima Ayetullahan li şûna ku guhê xwe bidine van daxwazan dîsa ve wekî hercar darê zorê girtine destê xwe û şiddetê bi kar tînin ku heta nihe gelek sivîlên ku daxwaza mafên xwe dikin hatine kuştin.
'EV PÊLA RABÛYE WÊ BI XWE RE PÊLÊN MEZINTIR BÎNE'
Pêla xelkên Îranê ya ku eve çend roje li Îranê dest pê kirî rûavkî nîne. Ev pêle ji kûrahiyê tên. Sloganên têne avêtin, cisareta tê nîşandan, firehbûna serhildanê û beşdariya mirovan her diçe zêde dibe. Eve tam serhildan e dijî rejima zalim ya Ayetullahan. Ji bizava van çend roja tê dîtin ku xelkê me yê rojhilata Kurdistanê jî, bi giringî xwe nîşan dide û li bajarên Kurdistanê nerazîbûneke berbiçav heye. Ev serhildane bizaveke demokratîk e dijî rejima kevneperest û dîktatorî ya Ayetullahan. Rejima Ayetullahan êdî nikare bi zulmê jiyê xwe dirêj bike. Ev pêla rabûyî wê bi xwe re pêlên mezintir bîne. Di serî da xelkê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û hemû xelkên Îranê divê vê rabûnê bi başî û hostahî bixwûnin û li goreyî wê pozisyonê werbigirin. Heke ev pêla serhildanê nebe tsunamî mumkun e ku ji teref rejima Ayetullahan ve bê tepisandin. Rejim dikare dîsa ve bi sedan hîle û dek û dolaban serê vê rabûnê jî bixwe û careke dî xwe ji vê krîza kûr xilas bike. Lewma di serî da xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê, xelkên Îranê û hemû dostên xelkên Îranê divê piştevaniyeke xurt bi hevdu ra bikin daku bikarin li ber êrişkariya vê rejima dijî mirovî xwe rabigirin."
Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de wiha hat gotin, "Em wekî KNK vê rabûna xelkên Îranê heq û meşrû dibînin û piştevaniyê dikin. Ji rojhilata Kurdistanê heta seranserê Îranê divê xwazyarên demokrasiyê destê hevdu bigirin û zûtirîn dem tifaqeke xurt pêkbînin û xwe bikine alternatîv û rêya rast nîşanî xelkên Îranê bidin.
'DIVÊ HÊZÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ BI LEZGÎNÎ BERNAMEYEKE JI DAXWAZÊN GELÊ ME AMADE BIKIN'
KNK bi taybetî daxwazê ji hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê dike ku vê demê gelek bi giringî hilsengînin û wextê xwe bi munaqeşeyên bêbina serf nekin û programeke lezîn ya daxwazên xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê amade bikin. Xelkê me yê rojhilata Kurdistanê, rêvebirên siyasî û demokratîk divê nava mala xwe safî bikin daku bikarin digel berpirsiyarên xelkên dî yên Îranê li ser programeke demokratîk ya seranserê Îranê li hev bên.
DAXWAZA GELAN EŞKERE YE; GUHERÎNEKE ESASÎ; AZADÎ, DEMOKRASÎ Û EDALET E
Serhildana xelkên Îranê heke zûtirîn dem li ser zemînê programeke demokratîk û adil bê organîze kirin hingê ev rabûna îro dikare guherîneke mezin li Îranê pêkbîne. Mesaja xelkan eşkere û zelal e û ew jî guherîneke esasî ye an ku azadî ye, demokrasî ye, edalet e. Xelkên Îranê berî nan, daxwaza azadiyê dikin ku eve giring e û divêt ev xale ji teref rêvebirên siyasî yên opozisyona rejima Ayetullahan ve baş bête dîtin.
Xelkê me yê rojhilata Kurdistanê mil bi milê xelkên Îranê xwudanê vê daxwaza heq û meşrû ye. Nan û azadî an jî azadî û nan êdî paralelî hev bûne slogana guherîna Îranê. Li pişt vê slogana guherîna Îranê divê tifaqeke herî fireh bê vehûnandin.
Serketin wê ya xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê Kurdistanê û hemû xelkên Îranê be."