Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

KNK: Em hêvîdar in ku Talabanî rojekê berî rojekê baş bibe

KNK: Em hêvîdar in ku Talabanî rojekê berî rojekê baş bibe

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) derbarê tendûristiya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî peyamekî weşand û jê re şifayê xwest. Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Nexweşiya Serokkomarê Iraqê û sekereterê giştî yê YNK’ê Birêz Celal Talabanî em jî, gelê Kurd jî xemgîn kir. Birêz Celal Talabanî, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de, wek leheng û serokekî kurd roleke dîrokî lîstiye. Piştî serokkomartiya Iraqê jî, dinavbera gelê kurd, gelê ereb û gelê din yên li Iraqê de, rola pira aştî û dilsoziya biratiyê lîst.

Birêz Celal Talabanî di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de jî, bi renginiya xwe, bi cûdatiya xwe ya erênî û xweşbînî cihekî xwe çêkiriye. Bi vê mebestê em weke KNK’ê ji birêz Celal Talabanî re şifayê dixwazin û hêvî dikin ku rojekê berî rojekê baş bibe û vegerê ser kar û xebatên xwe."