KNK’ê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê pîroz kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Mafê Mirovan a Cîhanê pîroz kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Mafê Mirovan a Cîhanê pîroz kir.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

Em weke komîteya Mafê Mirovan li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê, de roja Cîhanî ya Mafê Mirovan, di serî de li tevaya mirovatî û mirovdost û aşitî û azadîxwazan, ewên ji bo bi destanîna mafên mirovan di tekoşînê de ne û gelên bindest pîroz dikin.

Dîsan ew pêşêlûkarî - binpêkirina li dijî bendên mafê Mirovan, ewên ji alî dewletên Dagirkerên Kurdistanê, Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiya yê ve tên encam dan, dixîne ber singê rêxistîya Cihanî ya Mafên Mirovan û herweha hemû welat û neteweyên endam di  NY da. Her çawa em  wan reftar û kiryarên wan şermezar dikin, ew jî bi heman şêwe  li gor bendên wê carnameyê, serederî pê re bê kirin û bêne siza dan.

Meha bûrî, karesateke xwezayî ( Erdhej ) nava cergê Kurdistanê girt. Ji egerê nedarî, hejarî û giringî pê nedana her du dewletên Îran û Îraqê bi  xelkê wê deverê, du beraber zirarên  herî mezin yên giyanî û madî vê ket. Her du dewletan ji bilî ku sebebê destkurtî û nedarî û bi hejarkirina xelkê wê deverê ne, di heman dem da ne tenê weke pêwîst be, ber bi destekdan û hevkarîya xelkê zirarpêkeftiyan re ne çûn, belku rêgirî û asteng jî li hember xwebexş û xelkên mirovdostên Kurdistanê girtin û heta niha jî wê dikin.

Zîndankirin, revandin, lidarxistin - îdamkirin, birsîkirin û hemû pêşêlûkirina Mafên Mirovan li Îranê berdewam in û gelê Kurdistanê li hember mezintirîn zulm û zordarî ya vê rejîma hov, şovînî û namirovdost de ye.

Rejîma AKP û dewleta nijadperesta Tirk, ji bilî cografiya  dewleta xwe, bi ber çavê dinyayê, tenê siyaseta dijî Kurdistan û demokrasî û mirovatîyê didomîne. Wek gurên har leşker û polîsên xwe berdaye giyanê xelkê, bê dadgerî û mehkeme xelkê Kurd zîndanî dike! Qetlîama welatîyan, wêrankirina bajar û gundan encam dide. Piraniya  deverên Kurdistanê kirîye deverên eskerî û leşkergeh. Bi ber çavê dinyayê nîva başûrê Kurdistanê kirîye serbazgeh û dezgayên casûsîyên xwe. Bê minetî sînûran dişeqîne û çiya, deşt, gund û avahîyên hevwelatiyên sivîl bombaran dike, heta  encamdana qetlîama sivîlên kampa Mexmûrê, ew cihê aramgeha kurdên bakûrê Kurdistanê, ewên berî 24 salane ji ber zulm û zorîya dewleta Tirk berê xwe dane başûrê Kurdistanê, bi dehan kes qetluam kirin.

KNK , di roja Îro de, ku roja Cîhanî ya cardana Mafên Mirovan e, tevahîya van pêşêlûkirinên mafên mirovan şermezar dike. Wan dide ber guh û singê welat û neteweyên endam  di rêkxistiya NY û bang dike ku rêzê li wan bendan bigirin, yên ku sunda mirovatiyê li ser xwarine û di bin de îmze kirine.”