KNK'ê encamên civîna konseya rêveber eşkere kir

KNK'ê diyar kir ku tifaqa dijminan a dema referandûma Başûrê Kurdistanê dest pê kir, li çar aliyê Kurdistanê hîn dewam dike û işaret bi girîngiya tifaqa hêzên Kurdistanî kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê 30'ê Hezîrana 2018'an li navenda KNK'ê ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî.

Li ser encamên civînê danezanek hate weşandin û destpêkê di şexsê Şêx Seîd û Zîlan de hemû şehîdên Kurdistanê bi dilgermî hatin bîranîn.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistan û Cîhanê diqewimin, metirsiyên li ser gel û welêt û derfetên heyî bi berfirehî hatine nirxandin.

HDP HATE PÎROZKIRIN

Hate bibîrxistin ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de HDP hem ji bendê derbas bû, hem jî dengê xwe zêde kir û hate gotin, "Ev serketine baş e û pêşketineke mezin e. Em bi vê serketinê, rêveber, kesên hatine hilbijartin, endam û alîgirên HDP'ê û gelê xwe pîroz dikin."

Di encamnameyê de mayina Erdogan û hevalbendên wî yên şerxwaz li ser hikum weke rewşeke xerab hate binavkirin û hate destnîşankirin ku ev yek tê wateya kûrkirina rewşa heyî, alozî û şer wê dewam bike.

'DEWLETA TIRK WÊ ÊRÎŞÊN XWE GIRAN BIKE; BERXWEDANE MEZIN Û BÊ HEMPA DIVÊ'

Li ser vê mijarê wiha hate gotin, "Dewleta dagirker a Tirk, wê polîtîkaya xwe ya dijê gel û şoreşa me, wê şerê xwe yê li bakur, li rojava û li başûr bidomîne. Her wiha wê di asta navneteweyî de jî, hemî kartên xwe dijê me kar bîne. Kesek bila hêviyek din jê neke. Li gorî vê rewşê pêwîste hemî hêzên Kurdistanî û gelê me, di nava tekoşîn û berxwedanek mezin de bin. Bila bê zanîn dijminê me, ewqas bi hêz nîne. Li alê eskerî, li alê aborî û di asta navneteweyî de, bi pirsgirêkên mezin re rûbirûye. Li hember vê êrîşkariya dewleta Tirk, berxwedaneke mezin bê hempa lazime. Ji vê pêştir rêyekî din nîne. Em çiqas li ber xwe bidin, em çiqas êrîşên wan bişkênin, em ê ewqasî nêzî aştî û çareseriyê bibin. Ev îmkan ev potansiyela me heye û em bawer dikin ku em ê serbikevin."

REWŞA ROJAVA Û SÛRIYEYÊ

Di encamnameyê de işaret bi rewşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hate kirin ku şer û alozî dewam dewam dikin û wiha hate gotin: "DAIŞ gelek lewaz bûye û ber bi têkçûnê ve diçe. Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn û Şehba dewam dike. Muxalefeta Surî bê hêz bûye û ber bi paşerojek nediyar ve diçe. Rejîmê, serweriya xwe ya li ser axa Surî zêde kiriye. Hêzên navneteweyî heta niha jî li Surî ne. Hinek ji wan xwedî bername ne, lê bernameyên hinek wan jî nediyarin. Li gorî vê rewşê divê rêveberiya rojava û bakurê Sûriyeyê, hem xwe xurttir bike hem jî dîplomasiyek piralî bimeşîne. Hedef ew e ku di avakirina Suriyeya nû de, divê Kurd û pêkhateyên bakurê Sûriyeyê bibin xwedî statuyek xweser û Suriye jî bibe welatek demokrat. Hedefek sereke jî ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk, di zûtirin demê de bê rakirin û deverin dagirkirî bêne azadkirin."

REWŞA BAŞÛR ALOZTIR DIBE

Li gorî encamnameyê di civînê de li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin hate kirin: " Piştî referandûma sala derbasbûyî, rewşa başûr her ku diçe zêdetir ber bi aloziyê ve diçe. Mixabin heta niha hêzên Kurdistanî, bi awayekî serketî nehatine ba hev û yekîtiyek weke tê xwestin ava nekirine. Hukumetek heye lê bê bandore û nikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek kûrin û eger neyêne çaresekirin, dikarin bibin sedema gelek aloziyan. Peywendiyên bi Bexda yê re jî ne baş in, ne yekrû ne û ne li ser bingeha destûrî ne. Ev jî xeteriyên mezin bi xwe re tîne.

BÊDENGIYA HIKUMETA HERÊMÊ Û PDK'Ê CESARETÊ DIDE DAGIRKERIYA TIRK
 
Li ser vê rewşa nexweş re, dagirkeriya dewleta Tirk jî, serve zêde bûye. Nêzîkî 4 meh in, hêzên dewleta Tirk herêma Biradostan dagir kirine û her diçe dagirkeriya xwe zêdetir dikin. Li hember vê dagirkeriyê, berxwedana hêzên HPGê berdewam e. Hinek partî û rêxistinên başûr, nerazûbûna xwe diyarkirine. Gelê başûr bi giştî ne rehet e û gelek kes jî, weke mertalên zîndî diçin herêmên weke Qendîl û deverên din. Lê ev nerazîbûn û reaksiyon têrê nakin. Di serî de hikumeta herêmê û PDK û hêzên nêzî wan, bê deng in. Ev jî rewşê aloztir diki û cesaretê dide dijminan. Bi vê munasebetê em carek din, bang li hikumet Herêm û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigrin û li hember êrîşên wan rawestin."

ÎRAN BER BI GUHERTINEKÊ VE DIÇE; DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÎ XWE JI VÊ REWŞÊ RE AMADE BIKIN

KNK'ê da xuyakirin ku li rojhilatê Kurdistanê jî, dagirkerî û alozî dewam in û got, "Rejîma Îranê bi çi şêweyî bi bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê Kurd nas nake. Li rojhilat ne tenê pirsgirkên siyasî hene, di heman demê de pirsgirêkên aborî û civakî jî kûr in û roj bi roj kûrtir dibin. Li seranserê Îranê jî, heman pirsgirêk hene. Roj bi roj nerazîbûna gel zêdetir dibe. di serî de Tehran û li bajarên sereke, xwepêşandanên mezin çêdibin. Xwestina guhertinan, di seranserê Îranê de her roj zêdetir dibe. Ev rewş heta hetayê vî rengî dewam nake. Îran ber bi guhertinekê ve diçe. Pêwîste hêzên Kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin. Dema alozî kûr bûn, xwedî li gel û welat derkevin. Ji bo vê yekê jî, di serî de divê navxwe de yekîtiyekî pêk bînin."

TIFAQA DIJMINAN A DMA REFERANDÛMA BAŞÛR DEST PÊ KIR DEWAM DIKE

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku Kurdistan bi giştî di rewşeke aloz de derbas dibe û wiha dewam kir: "Tifaqa dijminan a ku dema referandûma Başûr de pêk hatî berdewam e. Me, Kerkûk û deverên dabirayî bi vê îtîfaqê ji dest dan. Her weha di êrîşa Efrînê de jî, ev tifaqa li ser kar bû. Di dagirkeriya herêma Biradostan û deverên din yên Başûr de jî, li ser kare. Ev tîfaqa dijminan, ji bo me tehlîke û xeteriyan bi xwe re tîni. Lê çiqas di nav xwe de îtîfaqan çêkin jî, nakoyên di nav wan de jî zêdene. Herweha li hundir û li derve weke dema berê xurt nînin.

EGER EM KARIBIN NAVA MALA XWE SERERAST BIKIN, ÎMKANÊN ME YÊN SERKETINÊ ZÊDE NE

Gelê Kurd jî neyê dema berê ye. Eger em bikarin nav mala xwe sererast bikin û yekîtiyek baş pêk bînin, îmkanên serketinê ji hemê deman zêdetirin. Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, pêwîstiya me jî, bi tîfaqê heye. Emê weke KNK, vê mijarê weke mijara sereke bi dest bigrin û ji bo yekîtiya neteweyî, emê hemî derfertên xwe bi kar bînin."

Di dawiya encamnameyê de hate ragihandin ku plansazî ji bo dema pêş hatiye amadekirin û ji bo 18. Civata Giştî ya KNK'ê ku wê 10'ê Cotmehê bê kirin, kar hatiye dabeşkirin.