KNK'ê ji bo Rojava banga seferberî û berxwedanê kir

KNK'ê destnîşan kir ku hemû bahaneyên dewleta Tirk ên ji bo êrîşa li dijî Rojava derew in û diyar kir, rastî ew e ku dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyane. Bi gotina "Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne" KNK'ê banga seferberiyê li Kurdistaniyan kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê der barê vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ji sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gefa dewleta Tirk a ji bo êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk demeke dirêj e ji bo êrîşeke berfireh a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê dike û hate gotin, bi vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ji ser sînorê Rojava re dibe ku di demeke kurt de dewleta Tirk dest bi êrîşê bike.

'TEVÎ KU HETA NIHA TI GEF LI TIRKIYEYÊ NEHATIYE XWARIN, JI DESTPÊKÊ VE DEWLETA TIRK DIJMINATIYÊ DIKE'

KNK'ê ragihand, ku heta niha ji herêmê ti êrîş li ser dewleta Tirk çênebûye û diyar kir, "Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriye yê, ti gef li Turkiyê nexwarine û ew tehdît nekirine. Li ser vê rewşê jî, ji destpêka Şoreşa Suriyê heta niha, dewleta Tirk dijminatiya vê rêveberiyê dike. Hemî hêzên dijê gelê Kurd yên weke DAIŞ, El Nusra û yên wek wan, destek kirin û berdan pêsîra gelê Rojava. Dema ew hêz serneketîn, ew bi xwe kete hereketê û êrîş kir. Êrîşa niha ku di rojevê de ye, weke êrîşa li ser Kobanê, Cerablûs û Efrînê ye."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ HEMÛ DESTKETIYÊN KURDAN E'

Konseya Rêveber diyar kir ku dewleta Tirk li dijî hemû destketiyên Kurdan e û destnîşan kir, "Li kû devera Cihanê be bila bibe, dewleta Tirk dixwaze deskeftên gelê Kurd ji holê rake. Weke din hemî gohtin bahane ne. Ne ewlekariya dewleta Tirk ketiye tehlîkeyê ne jî vegerandina koçberan xema dewleta Tirk de ye. Ev hemî propagandayên derew û bê binî ne û avakirina bahaneya ne. Rastî ewe ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û êrîşê Kurd û hevkarên wan dike.

'LI KU DIBE BILA BIBE, DIVÊ KURD BI RUHÊ SEFERBERIYÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIBE XWEDÎ'

Niha rojavayê Kurdistanê di bin êrîşek mezin de ye. Hêzên Rojava weke bexwedana Koban û Efrînê wê berxwe bidin. Divê her Kurd her Kurdistanî li kû devera Cihanê dibin bila bibin, bi ruhê seferberiyê, bi çalakî û hemî derfetên xwe li hember dewleta Tirk bibin yek, berxwe bidin û xwedî li rojavayê Kurdistanê derkevin. Îro roj roja berxwedanê ye. Ji berxwedanê pêvetir rêyeke din nîne. Banga me di sêrî de ji ciwanan re ye ji hemî gelê Kurdistanê re ye; em dibêjin dem dema seferbertiyê ye, li her cih û deverî rabin serxwe.

'VEKIŞÎNA HÊZÊN KOALÎSYONÊ NE BIRYAREKE EXLAQÎ YE'

Her weha vekişandina hêzên Koalîsyonê yên li ser sînor, rê li ber êrîşê dewleta Tirk xweş dike û biryareke ehlaqî nîne. Hêzên Rojava bi hevkariya Koalîsyonê, li dijî dijminê mirovahiyê yên wek DAIŞê şereke mezin kirin û bedelên mezin dan. Pozîsyona hêzên Koalîsyonê ya îro, ne li ser xeta dostane û hevaltiyê ye. Destpêkê hêzên Koalîsyonê û hemî hêzên Cihanî, nabe li hember vê êrîşa dewleta Tirk bê deng bin û temaşevan bin. Em bang li hêzên Koalîsyonê, Netweyên Yekbûyî û cihana pêşketî dikin ku li hember van êrîşan rawestin û gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tinê nehêlin.

'LI NIRXÊN XWE BIBIN XWEDÎ'

Bi vê munasebetê carek din em bang li hemî Kurdistaniyan dikin ku xwedî li nirxê xwe derkevin û bi hemî awayî berxwe bidin."