Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi mebesta salvgera Qirkirina Êzidiyên Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de fermana li Êzidiyan rabû hate şermezarkirin û hate gotin, Şengal di nava Kurdistanê de dikare bibe herêmeke xweser.
KNK’ê di daxuyaniyê de diyar dike, hemû derdor û hêzên ji Kurdan aciz in, ji destketiyên Kurdan ne xweş in, ji bejindana Kurdistanê bi tirs in, destek dane DAIŞ'ê û di serê van de yê ku destek dayî DAIŞ'ê TC hebûye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, "TC’ê ji aliyê lojîstîk heta cebilxaneyê gelek bi aktîvî hevkariya DAIŞ'ê kir û hê jî dikin. Hemû bizav û meylên kevneperestî û nasyonalîzma Erebî destek dane DAIŞ'ê. Erebên ku hevkariya aktîv nekiribin jî bi bêdengiya beramberî vê xwînxwariya DAIŞ'ê bi pasîvî bûne hevkar. Rejîma Îranê weke dewleta mezhebê Şîa dijî DAIŞ'ê bin jî di êrîşa li Kurdistanê de, di hedefa DAIŞ'ê ya têkbirina destketiyên Kurdan de hevniyet bûn."
Di daxuyaniya KNK’ê de ku bi mebesta salvgera 2. ya Qirkirina Şengalê hatibû dayin, tê gotin, "Divê rewşa gelê me yê Êzidî û Şengal bi awayekî taybet were destgirtin. Divê tedbîrên ewlakariyê bêne standin û bêne xurtkirin. Divê Şengal ji nû ve bê avakirin. Divê koçberên Şengalê bêne zîvirandin û li ser axa xwe bêne cihkirin. Divê îdare, rêvebirin û parastina Şengalê li gorî xwestina gelê Şengalê be. Eger gelê Şengalê bixwaze, di nava Kurdistanê da Şengal dikare bibe herêmeke xweser."